Serrûpel Nûçe Işikara bangî Şirnexiyan kir: Mekevine malan!

Işikara bangî Şirnexiyan kir: Mekevine malan!

Belav bike

Îro sibe, li navçeya Şirnexê erdhejeke bi meziniya 5.5 pêk hat. Piştî erdhejê gellek erdhejên biçûk pêk hatin û hat ragihandin ku hin dîwarên xaniyan qelişîne. 
Profesorê erdhejê Mete Işikara, bal kişande ser xaniyên bikerpîç û got, ji bo vê herêmê erdhejeke mezine. Işikara ji gelê Şirnexê re tawsiye kir ku, heta çendakî li derve bimînin û nekevine malan. Işıkara wiha dibêje: Niha demsal bihar e. Hinekî sebir bikin û li derve bimînin. Ez kesekî ku li başûr mezin bûme me. Me biharê nivîn li ser erdê radixistin û em radiketin. Ez ji hemwelatiyên xwe re vê tawsîye dikim.