Serrûpel Hevpeyvîn Zahîde Reşkîlo li ser kuştina Mişel Temo diaxife

Zahîde Reşkîlo li ser kuştina Mişel Temo diaxife

Belav bike

Zahîde Reşkîlo behsa kuştina Mişel Temo dike:

»Wan got, ew û yanzdeh partiyên din yên kurdî dê Mişeel Temo bikujin«

Zahîde Reşkîlo (jidayikbûn 1966) endama Nivîsgeha Têkiliyên Gişî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye. Ew bi KurdWatchê re li ser rûdana kuştina Mişeel Temo diaxive, ku ew bi xwe jî tê de bi dijwarî birîndar bûbû. Ev yekemîn hevpeyvîna ligel siyasetvana kurd e, ku tê de li ser hurikiyên rûdana kuştinê diaxive. Reşkîlo niha ji bo dermankirinê li Elmanyayê dimîne.

KurdWatch: Rewşa te ya tenduristî çawa ye?

Zahîde Reşkîlo: Di destpêkê de ez sipasiya Wezareta Derve ya Elmanyê û rêxistina Ewropayê ya Şepêla Pêşerojê a Kurdî dikim, ku dermandkirina li Elmanyayê ji min re gengaz kir. Wezareta Derve bi tevaya mesrefa dermankirina min radibe. Hîn di hefteya yekê a mayina li nexweşxaneya Bad Saarow de hestiyê ranê min yê rastê hat emeliyat kirin. Ez li Sûrîyê jî hatibûm emeliyat kirin, ew emeliyat ne serketî bû. Ez hîn jî nikarim bê alîkarî bimeşim, ez niha di bêhnvedanê de me û di rojên bên de lingê min dê dîsa bê emeliyat kirin. Lê bi guştî tenduristiya min baş e û her baştir dibe.

KurdWatch: Gava Mişeel Temo di 7ê çireya pêşîna 2011ê de hat kuştin, tu bi wî re bû. Tu dikarî ji me re bêjî bê di wê rojê de çi qewimî?

Zahîde Reşkîlo:
Berî wê bi rojekê Mişeel seet 11ê bi şevê li Helebê di rêya telefonê re bi min re axivî û ji min xwest ez roja dî werim Qamişlo. Roja dî seet 15 ez li wir bûm. Li Qamşiloyê min telefona Mişeel kir, wî ji min xwest ez werim cem birayê wî Ebdilrezaq. Ez çûm wir. Piştre kurê Mişeel Marsêl jî hat. Gava em – ez, Marsêl û Ebdilrezaq – ji mala Ebdilrezaq derketin, me tirimbêleke camên wê tarî dît. Ew tirimbêlek mîna ya muxaberatan bû. Kesên di tirimbêlê de silav li me kirin û em bi hev kenîn; her yekî ji me ji yê dî re digot, silav ji te re ye. Lê tirimbêlê di rêyeke dî re, ne di rêya me re, ajot. Me dît ku tirimbêl li pey me naçe. Em çûn xaniyekî li tarika rojava û me li wir Mişeel, kesê mêvandar, Reşo, û jina wî dît. Hîn em xweşik negihabûn, telefonek ji Marsêl re hat. Ew kesê alîkarê revê bû, ku gerek bû alîkariya Mişeel kiriba ku derkeve derveyî welêt. Marsêl ji Mişeel re got, divê ew dora seet 16 herin, da dora seet 18 ji welêt derkevin. Gava telefon hat, seet nêzîkî 15 û 45 deqe bû. Mişeel ji Marsêl re got ku ewê roja dî herin. Wî û Marsêl dixwest bi hev re herin Stenbolê. Piştî kêlîkekê telefonek din hat. Şêrgo bû, kadirekî Şepêla Paşerojê, wî dixwest Mişeel bibîne. Mişeel cihek ji wî re got û Marsêl rêkir ji bo wî bîne. Gava Şêrgo giha, Mişeel ji wî re got ku jiyana wî di metirsiyê de ye. Wî got ku agahiyên gelkî xurt ji Şamê bi dest wî ketine, ku hinek dixwazin wî bikûjin, an bi jehrê, yan bi fîşekan an jî bi rêya rûdaneke trafîkê. Wî negot bê wî ew agahî ji kê stendibûn. Mişeel ji Şêrgo re got, ku gerek ew piştgiriya Rêzan bikin [mebest Rêzan Behrî Şêxmûs e, niha serokê Nivîsgeha Têkiliyên Gişî yê Şepêla Pêşerojê ye – Hevpeyvînê bixwîne]. Şêrgo diyar kir ku ew sedemên reva Mişeel têdigihe û ku ewê berdewam Şepêla Pêşerojê li gor dîtinên wî bi rê ve bibin. Gava Mişeel û Şêrgo diaxivîn, hinekan li zengilê derî da. Piştre li derve bêdengiyek peyda bû. Hertim, gava em bi Mişeel re bi rê de bûn, me ji xwe dipirsî bê kî li ber derî ye. Lê ji ber ji bilî mêvandar Ebdilrezaq birayê Mişeel û kurê wî Marsêl jî li hewşê bûn, me guh neda vê yekê, me hest dikir em ne di metirsiyê de ne. Nêzîkî 5 deqîqeyan piştî ku li zengil ketibu, deriyê odeya me vebû û mêrek ku tivingeke reşaş di dest wî de bû, derbas bû hundir. Wî tiving bi aliyê serê Mişeel rast kir. Wî bi erebî emir da Mişeel ku rabe ser xwe û gule berda serê wî. Piştî teqandinê ez rabûm ser xwe û min xwe kir nav wî û Mişeel û min bi qêrîn got ku divê ew bes guleyan berde. Lê êrîşker gule berdan min jî. Di ser kaboka min re fîşekekê bi sivikî ez birîndar kirim. Gava min xwe neda alî, wî dîsa guleyek berda ranê min. Ez ketim erdê û wî berdewam gule berdan Mişeel. Ji ber min bi dengekî bilind qêriyam û ez giriyam, mêrek dî ket odeyê. Rûyên herduyan ne nixûmandî bûn. Gava ez ketim erdê, min karî li rûyê Mişeel binerim. Wî destê xwe kir bin serê xwe, dûvre çavên wî hatin gritin. Hingî ez ser hişê xwe ve çûm. Piştre ji min re hat gotin ku mêrik berdewam gule berdabûn Mişeel. Vê bûyerê zêdeyî deqeyekê dirêj nekir. Rûyên wan zilaman nayên bîra min. Min piştre nas kir ku wan gule berdabûn Marsêl jî. Gava Marsêl dengê teqandinê bihîstibû, wî xwestibû bikeve odeyê û li wir wan gule berdabûn wî. Hat gotin ku kesên êrîşker pênc bûn, lê min tenê du dîtin. Çi li derve çêbû, ez nizanim. Hevalên min hîn ji min re negotine, ez naxwazim zanibim jî.

KurdWatch: Ji bilî te, Mişeel û Şêrgo kesek din di odeyê de hebû?

Zahîde Reşkîlo:
Na, tenê em hersê bûn.

KurdWatch: Te got, ku Mişeel zanîbû ku jiyana wî di metirsiyê de bû. Parêzvanên wî tune bûn?

Zahîde Reşkîlo:
Belê, kesên me hebûn ku wî diparastin. Berî kuştina wî bi du mehan hewildaneke kuştina pêk hatibû. Lê me bawer dikir, em di xaniyekî ewle de bûn. Me bawer dikir ku ew dê hewil bidin wî li derve li ser kolanê bikujin. Xuya ye hatibû belav kirin ku Mişeel wê dev ji welêt berde. Loma wan xwest wî berî wê bikujin.

KurdWatch: Çima Mişeel dixwest te bibîne berî dev ji welêt berde?

Zahîde Reşkîlo:
Mîna bi gelek hevalan re wî dixwest bi min re li ser hin pirsên rêxistinî biaxive. Wî dixwest ji min re bêje bê gerek Şepêla Pêşeroj çawa berdewam bike.

KurdWatch: Çima Mişeel piştî hewildana yekê ya kuştinê ji welat derneket?

Zahîde Reşkîlo:
Wî nedixwest bi lez derkeve, lê Şepêla Pêşerojê ji bo derketina xwe amade bike. Herweha baweriya wî gelekî bi opozîsyona sûrî li derve nedihat. Ewê ji welêt derneketiba, eger wî xweş ne bawer ba ku hin kes dixwazin wî bikujin. Wî hertim digot ku opozîsyona li derve ne opozîsyoneke cidî ye û ku divê em li welêt çalak bin. Gava kongreyê Stenbolê li dar ket [agahiyên li ser kongre], wî Heysem el-Malih şand Stenbolê. Wî bi xwe kongre ji Şamê vekir. Wî dikarî wê demê bi xwe here Stenbolê. Lê wî got, divê em ji cîhanê re bidin xuya kirin, ku li welêt jî opozîsyoneke xurt heye, opozîsyonek ku ne ji derve ve tê bi rê ve birin, weke ku opozîsyona li derve tê gunehbar kirin. Ji ber vê yekê em bi rengekî çalak beşdarî şoreşê bûn, çalaktir ji bêhtirê partiyên kurdî û gelek partiyên erebî. Mişeel ji bo vê helwestê jiyana xwe winda kir.

KurdWatch: Mişeel di hevpeyvînekê de bi KurdWatchê re got, ku jiyana wî di metirsiyê de ye. Kê gef li wî dixwarin?

Zahîde Reşkîlo:
Belê, ev rast e, gef li me dihatin xwarin. PYDê an PKKê gef li me dixwarin. Mesele di înekê de di xwenîşandanekê de dest pê kir. Di wê înê de PYDê, partiyên kurdî yên din û me bi hev re xwenîşandan pêk anî. Mişeel jî amade bû. Di xwenîşandanê de alîgirên PYDê alên PKKê û wêneyên Ocalan hildan. Mişeel ji nûnerên partiyên din pirsî bê çima ew vê yekê dipejirînin. Ne tenê ev, li seransî Sûriyê xwenîşandan di bin dirûşmeke hevbeş de li dar diketin, lê PYDê di bin dirûşmeke din de tevlî xwenîşandanê dibû. Mişeel got ku ew vê yekê napejirîne. Wî ji PYDê xwest ku alên PKK û wêneyên Ocelan daxin û di bin dirûşma tevaya Sûriyê de bimeşin. Wî got ku gerek herkes di bin ala kurdî û ala istiqlalê de bimeşe, yan jî emê di rêyeke dî re bimeşin. Wî got jî ku ew ne amade ye Kurdên Sûriyê li dijî Tirkiyê bi kar bîne. Wî got: »Ez li Sûriyê dijîm, ez dixwazim piştgiriya şoreşa Sûriyê bikim û ne hestekî dirûst bikim ku em ne li dijî rêjîmê ne. Gerek siyaseta me li dijî rêjîma Sûriyê be û ne li dijî Tirkiyê. Gava em dirûşmê biguherin û wêneyen Ocelan bilind bikin, ev tê wê wateyê ku em ne perçeyek ji şoreşa sûrî ne.« Wan nikarî li hev bikin. Mişeel piştre ji ciwanan re got ku gereke ew berê xwe bidin ber bi navenda bajêr ve û peykerê Esed biherifînin. Wê demê pirsgirêkên bi PYDê re dest pê kirin. Piştre ew çûn mala Mişeel û gef li wî xwarin. Wan got, ew û yanzdeh partiyên kurdî yê dî dê Mişeel bikujin. Di pey vê yekê re Ebdilrezaq û Marsêl çûn cem wî endamê PYDê ku gef li Mişeel xwaribûn û ji wî re got, ku bila PYD wê tiştî bike ku rast dibîne. Di pey wê re partiyên kurdî daxuyaniyek belav kir, tê de wan îdîa kir ku Mişeel gef li PYDê xwarine.

KurdWatch: Tu di hewildana yekê ya kuştina Mişeel Temo li Qamişlo de amade bû. Te êrîşker nas kirin?

Zahîde Reşkîlo:
Ez ne ji Qamişlo me, loma min ew kes nas nedikirin. Ez û Marsêl di tirimbêlê de li pêş rûniştibûn û Mişeel li paş, gava du mêrên genc li ser motoran nêzîkî me bûn. Herdu kes Kurd bûn, Mişeel ew nas dikirin. Ez nizanim bê ew endamên PKKê bûn an na. Wan du caran xwest me rawestînin. Dûv re me dît ku tirimbêlek dide dû me. Gava tirimbêlê xwest li pêşya me bixe, kesekî di tirimbêlê de tivingek derxist. Min bi dengekî bilind ji Mişeel xwest ku xwe veşêre, lê ew tenê dikeniya û ji min pirsî bê ma çima ez xwe venaşêrim. Ji nişka ve jinek û zarokek li pêşiya tirimbêlê derketin, wisa ew mecbûr bû firêm bigirê û em wisa filitîn. Mişeel gerek bû wê demê yekser ji welêt derkeve, lê wî derketina xwe hertim bi paş dixist.

KurdWatch: Di pey kuştina Mişeel re ti lêkolîneke fermî hebû? Kesî hewil da kujeran nas bike?

Zahîde Reşkîlo:
Na, tenê PYDê carekê hat û daxwaza aştiyê bi me re kir. Min got, divê hûn di ragihandinê de lêborînê bixwazin ku we Mişeel riswa kir, wisa dê ti astengî di navbera me de nemînin. Ew çûn û hew vegeriyan.

KurdWatch: Tê gotin ku Şepêla Pêşerojê dixwaze nêzîkî PYDê bibe. Tu vê yekê çawa dibînî?

Zahîde Reşkîlo:
Min karê xwe yê siyasî di partiyê de ji dema kuştinê sar kiriye. Ez nizanim bê ma Şepêla Pêşerojê têkilî bi PYDê re danîne yan na.

KurdWatch: Di pey kuştinê re ti pirsgirêkên te bi rêjîmê re hebûn?

Zahîde Reşkîlo:
Erê, ez bi rengekî vekirî di bin çavdêriyê de bûm. Gava ez li Helebê di nexweşxaneyê de bûm, wan berpirsê nexweşxaneyê kir bi zextan û jê re got ku çênabe mêvan werin cem min. Carekê kesekî muxaberat seet çarê sibehê hewil da bikeve odeya min. Gava birayê min derî vekir, wî got ku ew hatiye ji ber ew imzeyekê ji min dixwaze. Piştî derketina ji nexweşxaneyê ez neçûm mal, lê min her û her cihê mayina xwe diguhert. Muxaberatan ji kesekî re ku ez li cem wî dimam, got ku ew baş dizanin bê ez li kû dimînim.

KurdWatch: Te karî bê astengî ji Sûriyê derkevî?

Zahîde Reşkîlo:
Li ser sînor navê min qeydkirî bû. Ango, çênedibû ez derkevim. Ji derûdora min tikesî nedizanî ku ezê ji welêt derkevim. Û di pasporta min de me nav hinekî guhert, ji bo ez bê astengî karibim sînor derbas bikim.

KurdWatch: Tu dikarî vegerî Sûriyê?

Zahîde Reşkîlo:
Li Sûriyê mehê carekê karmendên muxaberatan dihatin cem min an jî gerek bû ez herim cem wan. Ez bawer im eger ez niha vegerim, ewê hîn li balafirgehê min bigirin. Wan hertim di tehqîqan de ez gunehbar dikirim ku têkilîyên min bi derve re hene. Niha ez li vir im li ser hesabê Wezareta Derve ya Elmanyayê. Ta ku rêjîm desthilatdar e, ezê niakribim vegerim.