dostê Beyto Can ku nexwest em navê wî eşkere bikin, got ev demeke Beyto Can alkohol venaxwe û ew tê terapîkirin.
Beyto Can rojên xwe pir xweş, bi kêf û geş dijî.
Xwediyê strana Rinda Min û gelek stranên din yên ku di nava Kurdan de deng dane, li Stockholmê li Swêdê cîwar e.
Weke tê zanîn Beyto Can ji ber vexwarina alkoholê gelek êş û derd kişandiye.
Kesên nêzîkî wî dibêjin niha kêfa wî li cih e û baş bi ser xwe ve hatiye.
AVESTA KURD