Michael Jackson, 3 sala berê, 25ê Hezîrana 2009 an de jiyana xwe ji dest dabû. Hunermendê bi nav û deng Michael Jackson, di serî de albuma wî a “Thriller”, hemû albûmên wî, ji ser 60 mîlyonî re hatine firotin û reqor bidestxistine.
Bi minasebeta salvegera mirina Michael Jackson, li gellek welat û deveran, ew hate bibîranîn. Jackson, sankî nemiriye û dijî, albumên wî reqorên firotinan dişkînin. Albuma herî populer a Jackson “Thiller” berê 50 hezarî zêdetir hatibû firotin û ew jî reqorek bû. Hejmara firotina albuma Thiller, di tinebûna 3 salên dawiyê a Michael Jackson de roqoreke nû şikand. Album heta niha ji ser 150 hezarî re hatiye firotin.
Dîsa albuma Jackson a “Bad” jî, ku berê 40 hezar hatibû firotin, hejmara firotinê “Bad”ê sînorê 80 hezarî derbas kiriye.
Michael Jackson, 3 salin ku najî lê, bi qezenç û firotina albumên xwe, ji kesên dijîn zêdetir di dilê heyranên wî de “dijî.”