Serrûpel Nûçe Êdî binpêkirin û piştguhxistin nayê qebûlkirin

Êdî binpêkirin û piştguhxistin nayê qebûlkirin

Belav bike
ya li yarîgeha şehîd Firanso Herîrî de li dar ketî de, der barê rewş û pêşeroja xwendekar, reform û xizmet, qeyrana siyasî û binpêkirina destûr û madeyên girêdayî Herêma Kurdistan ve peyamên girînd dan.

Nêçîrvan Barzanî di axivitina xwe de behsa rol û girîngiya xwendekarên zanîngehên Kurdistanê bo gelê Kurd û civaka gelê Kurd kir û rola wan bilind nirxand. Her weha bal kişand ser kar û xebatên Hikûmeta Kurdistanê kir û got “Em weke Hikûmet dixebitin ku bi rêya dabînkirina ewlekariyê bingeha aboriya Kurdistanê û vejandina aboriya Kurdistanê di warên cihê de, zêdetir derfetên karî peyda bikin.” Her der barê vê mijarê de Nêçîrvan Barzanî weha pêde çû “Pêşnûmeya dayîna pêşîneyên; zewacê, qerzên biçûk, pêşîneyên avakirina xaniyan dê berdewam be. Şandina xwendekaran bo derveyî welat ku li ser dema Hikûmeta 6’emîn destpêkiribû dê berdewam be daku xwendekar baştir mifayê bibînin.” Ji aliyekî din ve Serowezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axivitina xwe de behsa qeyrana siyasî ya li Îraqê û rewşa nazik ya Herêma Kurdistanê kir û got “Gelê Kurdistanê ji wê dema ku ji bo madeya 140 di destûra Îraqê de hatiye nîşankirin bê cibicîkirin zêdetir çaverê ma, lê belê ne madeya 104’ê ne sînorên Kurdistanê û ne kî pirsa pêşmerge, neft û gazê û dahatiniyên neftê nehatin çareserkirin.” Nêçîrvan Barzanî diyarkir ku ev yek nayê qebûlkirin û weha berdewamkir “Êdî binpêkirina destûra Îraqê û piştguxistina wan bend û madeyên destûrê yên ku têkilî bi gelê Kurdistanê ve hene nayê qebûl kirin.” Nêçîrvan Barzanî bang li Hikûmeta Îraqê kir ku erk û mafên hemwelatiyan têkilî pirsgirêkên siyasî neke û wan mafan weke zext li ser welatiyan bi kar bîne. Her weha got jî ku, ger di salên derbazbûyî de siyaseteke Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de nebane dê niha rewşa Kurdistanê di tirsê de jiyabane. Nêçîrvan Barzanî diyarkir ku Kurdistan li ser nexşeya enerjiya cîhanê navek diyar e û got “Eger em vê meseleya stratêjîk têkilî pirsên berteng yên siyasî û hizbî nekin, jiyan û pêşerojeke gelek baş bo gelê me dabîn dike.” Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din tekez li ser berdewamiya reforman li Herêma Kurdistanê kir û got ku Hikûmeta Kurdistanê di vî warî de armanc û planeke baş daniye û dê di kar û xebata xwe ya berdewamkirina reforman de berdewam be.

 

Avestakurd