Serrûpel Magazîn Rihanna li Londonê ji mirinê filitî

Rihanna li Londonê ji mirinê filitî

Belav bike

Stranbêja li cîhanê naskirî Rihanna, li Londona Îngiltere ji mirinê filitî. Li otela ku Rihanna lê dima şewat derket. Di demek kin de şewatê xwe gihande qatê ku Rihanna lê dima. Agirkuja Londonê, di kêliya dawiyê de Rihanna xilas kir. Stranbêja navdar Rihanna, ji bo turneya Ewrupayê li Îngiltere dima. 

Rihanna, li Londonê li otela Corinthia dima. Di seetên êvarê de şewatê destpêkiriye û di demek kin de xwe gihandiye qatê V.I.P. a ku Rihanna lê dima. Li gel Rihanna, 300 kes ji otelê hatiye derxistin û di encama bûyerê de ti kes birîndar nebûye. 
Rihanna, 8ê Tirmehê li Londonê dike konserekê bide.