Li demeke ku rojeva Tirkiyê Kurdistana bakur bi pirsên weke ‘Ocalan saxe yan mirî ye, Ocalan li Îmraliyê ye yan na, gelo ew rakirine zîndaneke din û paşê dê wî bibin zîndana malê’ ve mijûle, rojnameya Aydinlik ya Tirkî pêzanînên cîdî der barê rewşa Serokê PKK’ê Ocalan de belavkirin. Rojnameyê îdîakir ku Ocalan û MÎT hevdîtinan dike. Heta rojname dide diyarkirin ku helîkoptera MÎT’ê Ocalan ji girava Îmraliyê radike û dibe mêhvanxaneya MÎT’ê û her cara ku tînin wir bi deh rojan dimîne. Rojname dibêjê jî ku Ocalan bi hênceta dermankirinê ji girava Îmraliyê tê hilgirtin. Der barê van îdîayên rojnameya Aydinlik de heta niha ji aliyê PKK’ê ve ti bersiv nehatiye dîtin. Gelo PKK’ê ji bo van îdîayan çi dibêje?
Avestakurd