Serrûpel Magazîn Her 5 bi hev re ji bo Kurdistanê distirên

Her 5 bi hev re ji bo Kurdistanê distirên

Belav bike

Helkewt Zahir, ku awazdanerê vê berhemê ye, ji Rûdawê re ragihand ku ev stran ji teksta Dr. Aras Ebdilkerîm û awaza wî ye. Herwiha ji aliyê orkestrayeke mezin li derveyî Kurdistanê kar li ser hatiye kirin.

Derbarê naveroka stranê, Helkewt Zahir got: “Behsa xem û xewna me ya neteweyî dike, behsa dîroka neteweya me û azar û serweriyên wê dike. Behsa xak û xewna serxwebûna Kurdistanê dike. Behsa wekhevî û mafê jinan û mafê pîr û zarok û gelek tiştên din dike. Behsa wê yekê dike ku divê em hemû pişta hev bigirin ji bo serkeftina Kurdistanê.”

Helkewt Zahir hêvîdar e ku ev stran bibe nameya aştiyê ji hemû aliyan re û: “Kurdistan jî xema sal û heyaman bi serkeftinê tawîz bike.”

Berhema han ji aliyê derhêner Şaho Teyb hatiye klîpkirin. Rûdaw