Serrûpel Nûçe Serokwezîr çû zankoya Silêmaniyê

Serokwezîr çû zankoya Silêmaniyê

Belav bike

 merasÎmek ji bo derçûna xwendekarên xwe saz kir.

Di merasima han de ku, kesûkarên Xwendekaran û hijmarek rayedar û berpirsên Kurdistanê jî tê de beşdarbûn, Serokê Zanîngeha Silimaniyeyê peyvek pêşkêş kir û piştî bi dawî hatina gotara Serokê Zanîngeha Silimaniyeyê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xendevanên Zanîngeha Silimanî û Mamosteyên Zanîngehê  kir.

 

 

Serokwezîrê Kurdistanê bi berdewamiya axaftinên xwe de behsa girîngiya zanist û xwendinê kir û da xûyakirin ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide daku, girîngiyeke taybetî bi xwendin û zanistê bide û bo pêşde birina Zanîngeh û asta xwendina wan wê her cure hevkariyek pêşkêş bike.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axavtinên xwe de hinek jî behsa Bajarê Silimanî û şîniyên wê jî kir û ragihand ku, yek ji taybetmendiyên sereke yên şîniyên Silimaniyeyê ewe ku, gelek hij  bajarê xwe dikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku, Zanîngeha Silimanî xwedan dîrokeke gelek girîng ya zanistiiye û heta niha gelek kesayetiyên mezin pêgehandiye û weke navendeke zanistî di pêgehandina kesayetiya nîştimanî de roleke gelek girîng lîstiye û hevdem bûye sedema pêşkeftina asta zaniyariya nîştimanî û netewî ya gelê kurd.

 

 

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de, behsa rewşa siyasî ya Îraq û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand ku, em gelê kurd li ser axê xwe daxwaza mafên xwe dikin û çavên me ne li maf û axa ti kesekiye.

Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, yek ji zerermendên sereke yên cîhbicîh nekirna madeya 140 û destûra bingehîn ya Îraqê gelê kurde û yek ji sedemên sereke yên kêşeyên heyî yên niha di Îraqê de jî cîhbicîh nekirina destûra bingehîn ya Îraqê ye. rojevakurd