Serrûpel Magazîn Alec Baldwin bi mamosteya yogayê re zewicî

Alec Baldwin bi mamosteya yogayê re zewicî

Belav bike

Lîstikvanê sînemayê yê navdar Alec Baldwin, li New Yorkê, li Katedrala St.Patrick, bi mamosteya yogayê Hilaria Thomas re zewicî. Aktorê navdar yê Holywoodê Baldwin, sala çûnê vir ve bi mamosteya yogayê Hilaria Thomas re tev dijiya. Di meha nîsanê de Alec Baldwin û Hilaria Thomas dergistî bibûn.
Di merasîma Katolîk a ku ji aliyê George deas ve hat lidarxistin de, hevala xwe yê ku di fîlma “30 Rock” ê de bi hev re lîstibûn Tina Fey, aktrîst Mariska Hargitay, derhêner Woody allen, parêzer Robert F.Kennedy Jr. û birayê xwe yê aktor Stephen Baldwin beşdarî dawetê bûn.
Aktorê sînemayê yê 54 salî Alec Baldwin, berê jî bi aktrîsa sînemayê Kim Basinger re zewicîbû. Keçika wî Ireland jî, di dawetê de cihe xwe girt.