Serrûpel Magazîn Carla Brunî: Ez karim hetahetayê bibime metresa te

Carla Brunî: Ez karim hetahetayê bibime metresa te

Belav bike

Derkete holê ku, First lady’ya berê a Fransa, hevjîna Serokomarê berê yê Fransa Nicolas Sarkozy, Carla Brunî, berê bi Mick Jaggerê zewicî re evîn jiyaye. Ji Jagger re notek nivîsandiye û diyar kiriye ku, “ez hetahetayê karim wek metresa te bi te re bijîm.”
Eşkere bû ku, Carla Brunî, qasî karibe wê notê binivsîne, evîndarê solîstê Rolling Stonesê Mick Jagger bûye.
Li gorî pirtuka ku rojnamevan Christopher Andersen nivîsiye û li Fransayê dike derkeve a bi navê, “ “Mick: The Wild Life and Mad Genius of Jagger”, zewaca  Jagger a bi Jerry Hall re a 9 sala ji rûyê Bruni bi dawî bûye.
Li gorî îdiayan, Jagger, ku keçika wan Georgia May tê dinyayê, rojekê şûnda hevjîna xwe Jerry Hall dihêle û bi Carla Brunî re derdikeve betlanê. Jagger ku vedigere mal, Hall ew nota ku Brunî nivîsiya a ku gotiye, “ez karim hetajetayê metresa te bimînim” dîtiye. Her çiqas Hall gef li Carla Brunî xwariye jî, nikaribûye zewaca xwe bifilitîne.