Serrûpel Nûçe Di doza KCKê de Ersanli û 15 kes tahliye bûn

Di doza KCKê de Ersanli û 15 kes tahliye bûn

Belav bike

15.Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di rûniştina îro de, ji bo, di nav de akademîsyen Prof.Dr.Busra Ersanli, ku di girtîgeha Silivriyê de, nêzika 7 meha bû ku girtîbû, û 15 kesên din, biryara tahliyekirinê da. Di nav kesên hatine tahliyekirin de, weşanger Ragip Zarakolu jî heye. Zarakolu, di 10ê Nîsana 2012 an de hatibû berdan.
Akademîsyen Busra Ersanli û weşanger Ragip Zarakolu û 47 kes, di  28ê Cotmeha 2011 an de hatibûn binçavkirin û ji wan 23 kes hatibûn girtin. Ji bo Ersanli 22 sal û nîv, ji bo Zarakolu jî 10 sal cezayê girtinê dihat xwestin.  
Prof.Dr. Busra Ersanli, bi hinceta “Rêvebirê Rêxistinê”, weşanger Ragip Zarakolu jî, bi hinceta, “Rêxistina Terorê re Alîkarî” hatibûn girtin.