Hunermenda sînemayê û stranbêja Fransî Nathalie Cardone, ji bo projeya, “Projeya Desta a Navbera Çanda” klîbeke 5 xulek û 36 çirk amade kir.
Klîba bi navê “new Generation – Jenerasyona Nû” di navbera salên 1900 û 2012 an de, cih dide dîmenên hin şer û komkujî û hin kesayetên dîrokî.
Mijara klîbê li ser “yên baş û yên xirab” hatiye amadekirin. Di klîbê de kesayetên wek Atatirk û Erdogan kesên baş, Adolf Hîtler, Mussolînî, Ariel Sharob, Georg Bush û Pol Pot jî wek mirovên xirab hatine raber kirin.
Di klîba Nathalie Cardone de, dîmenên ku Ereban sol firande Bush, Mahatma Ghandiyê ku li hemberî Îngilizan bê çek Hîndistan azad kiriye û trenên aşîtyê cih digirin.
Bi vê xebatê tê xwestin ku ev peyam were dayîn: Di encamê de ti cara şer, bi xêra mirovatiyê bi dawî nebû ye, her tim xemgînî daye mirovatiyê. Jenerasyona nû şer naxwaze, aşîtî, hezkirin û dostaniyê dixwaze.