Kanlên Kurdî ji bo van filman gelek pereyan dirjînin. Lê ji bo filmek Kurdî, neamadene vê zehmetî bidin û van pereyan birjînin. Yek ji van filman ku televîzyonên Kurdî naxwazin biweşînin filmê ‘Kerkûk 4’e’. Filmê ‘Kerkûk 4’ rêzefilmeke ku bûyerên civakî, aborî û siyasî yên Kerkûkê di navbera salên 1979-1986’ê de tîne ziman. Derhênerê Kurd Nasir Hesen ku ev film çêkiriye, ji Aknewsê re ragihand ku film amadeye di meha Remezanê de bê weşandin, lê got jî “Lê ev 2 hefteye em ji televîzyonên Kurdî wek Kurdistan, Kurdistan TV û Kerkûk dixwazin di meha Remezanê de bê weşandin, lê ew naxwazin.” Hêjayî gotinê ye, ev film ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ve hatiye çêkirin û 170 listikvanên Kurd, Ereb, Turkmen û Suryanî tê de cih digirin.
Avestakurd