Serrûpel Nûçe Îraqê ji bo binpêkirina sînor hişiyarî da Tirkiyê

Îraqê ji bo binpêkirina sînor hişiyarî da Tirkiyê

Belav bike

 Berdevkê Hikûmeta Navendî ya Îraqê Alî El Debax di daxuyaniyeke nivîskî de hişiyarî da Tirkiyê ku sînorê qadên hewayî yên Îraqê nema binpêbike. Debax berî vê daxuyaniyê ragihandibû ku divê Tirkiyê îxraca petrolê ji Herêma Kurdistanê rawestîne, yan dê têkiliyên Tirkiyê û Îraqê aloz bibin. Her weha hat zanîn ku balefirên şer yên Tirkiyê sînorê Îraqê derbas kirine û li asîmanê deverên gerîlayên PKK’ê lê dimînin firiyane.

 

Avestakurd