Serrûpel Hevpeyvîn Kurd di dîplomasiya Washîngtonê de qels in

Kurd di dîplomasiya Washîngtonê de qels in

Belav bike
Hevpeyvînek ligel rojnamevan Robîn Reşvan

Hevpeyvîn: Maşellah Dekak

Rojnamevanê kurd Robîn Reşvan ku bi salan e li Washîngtonê rojnamevanî dike, diyar kir digel Washîngton navenda biryardayîna cîhanê ye jî kurd bi qasî tê xwestin xebatên dîplomatîk li vê derê nameşînin û di dîplomasiyê de qels in. Reşvan, destnîşan kir ji nava herçar perçeyan tenê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîplomasiyeke baştir dimeşîne.

Rojnamevanê kurd Robîn Reşvan ku li Washîngtonê di Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê de dixebite, derbarê dîplomasiya kurdan a li Washîngtonê de analîzên balkêş kirin. Reşvan ku şandeya BDP’ê û ya Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê ji nêz ve şopand, xebatên dîplomatîk ên kurdan ji Rûdawê re vegot.

Girîngiya Washîngtonê di qada dîplomasiyê de çi ye?

Di destpêkê de Washîngton paytexta Amerîkayê ye. Cihê kongre, Qesra Spî lê ye. Bi gotineke din cihê biryardayînê ye. Tevahiya siyaseta Amerîka ya li ser cîhanê li Washîngtonê tê dayîn. Lewma jî ne tenê ji bo Amerîkayê li seranserê cîhanê cihekî pir girîng e. Herwiha navendên kompaniyên mezin, think-tank ango gelek rêxistinên ramanî yên weke Washîngton Institute, Brookings Institute û grûbên lobiyê ku li ser hikûmeta Amerîkî pir hêzdar in, pir bi quwet in, hemû li Washîngtonê ne.

‘Nûnertiya partî û rêxistinan jî li Washîngtonê hene’

Welatên li cîhanê jî girîngiyeke mezin didin Washîngtonê. Ev welat ji bo dîplomasiyê rêbazeke çawa dimeşînin?

Welatên xwedî dewlet bêguman balyozxaneyên wan li Washîngtonê hene. Di bin siya balyozxaneyan de jî gelek beşên çandî, civakî, leşkerî, aborî û perwerdehî hene. Ew karê xwe bi vî awayî didomînin. Gelên ne xwedî dewlet jî li wê derê nûnertî û ofîsên wan hene. Hewl didin xwe bigihînin karbidestên (rayedar) Amerîkî da ku piştgirî ji doza xwe re wergirin. Ne tenê gel herwiha partî û rêxistinên din jî li Washîngtonê nûnertiya wan hene. Mebesta hemûyan ew e ku xwe bigihînin biryarderên Amerîkî û piştevaniya wan mîsoger bikin.

‘Tenê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi başî li gorî sîstema Amerîkî kar dike’

Baş e kurdên me di qada dîplomasiya Washîngtonê de rê û rêbazeke çawa dimeşînin?

Mixabin kurd bi karîgerî (bandorî) nikarin xwe li Washîngtonê nîşan bidin. Kar û bizavên wan sînorkirî ye. Bi rastî tenê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi başî, li gorî sîstema Amerîkî kar dike. Bi dîtina min xebateke baş dike. Wekî mînak gelek karmendên nûnertiyê hene. Piraniya wan jî Amerîkî ne. Ew jî ji wan re dibe avantajek. Lewre ew sîstema Amerîkayê baş dizanin. Û bi xurtî dikarin siyasetmedarên Amerîkî qaneh bikin. Nûnertiya hikûmeta herêmê gelek caran li konferans û panelan amade dibin û behsa pêşketinên li Başûrê Kurdistanê dikin. Carna jî piştgiriya civaka kurdî dikin li bajarên din ên Amerîkayê.  Ji xeynî nûnertiya hikûmetê hebûna kurdan zêde xuya nabe.

‘Hêviya min ev e ku ji niha û pê ve, BDP hebûna xwe li Amerîka xurtir bike’

Sazî, dezgeh û partiyên kurdan ên perçeyên din li Washîngtonê tu xebateke dîplomatîk dikin an na?

Vê dawiyê Partiya Komala ya Kurdên Îranê li Washîngtonê ofîsek vekir ku karê lobiyê bike. Ji min re balkêş tê ku partiyeke wisa çepgir jî êdî hewce dibîne li Washîngtonê hebûna xwe nîşan bide. BDP’ê jî beriya du salan li Washîngtonê ofîsek ava kir. Lê ew ofîs heta niha bi tevahî dest bi kar nekiriye. Meha çûyî şandeyeke BDP’ê hatibû Washîngtonê da ku nûnerê nû destnîşan bike û çend hevdîtinan bi karbidestên Amerîkî re bike. Hêviya min ev e ku ji niha û pê ve, BDP hebûna xwe xurtir bike û bi awayeke profesyoneltir, şarezatir, pisportir karê xwe yê dîplomasiyê li wî welatî bidomîne. Bê guman ew jî girêdayî derfetan e, girêdayî helwest, vîzyon û têgihiştina sîstema Amerîkî ye.

Mebesta te ya sîstema Amerîkî çi ye?

Amerîka ji gelek aliyan ve ji welatên din ên cîhanê cihê ye. Weke mînak sîstema wê rêvebirin e. Li Amerîkayê Serok, Kongreya Amerîkî (Civata nûneran û senato) û dadgeha bilind, desthilatê di nava xwe de dabeş dikin. Yanî cudabûna hêzên desthilatî heye. Tevî ku serok pir hêzdar xuya dike, di rastiyê de ne wisa ye. Mînaka wê jî zindana Guantanamo BAY ku li Kubayê ye û milîtanên El Qaîde lê têne girtin. Tevî ku Serok Obama soz dabû vê girtîgehê bigre heta niha ev soza wî bi cih nehat. Ji ber ku hêza wî têr nake bi serê xwe biryarê bide. Ew organên din ên rêveberiyê rê li ber wî digrin. Weke din sîstema hilbijartinê jî li gorî welatên cîhanê gelek cuda ye. Her wiha saziyên sivîl û rêxistinên ne hikûmetê yên Amerîkayê jî bi gelek awayan bi terzekî cuda dixebitin. Ji bo ku mirov bi wan re danûstandin bike lazim e sîstema wan baş bizane, li gorî terz û rêbaza wan  kar bike.

Baş e kurdên me yên ku ji bo xebatên dîplomatîk tên Amerîkayê, li gorî rastiya sîstema wê derê tevdigerin an na?

Bi rastî kurd zêde nayên Amerîkayê. Bi qasî ku ez dibînin kurdên Başûr di danûstandinên bi Amerîkiyan re pirtir serkeftî ne. Kurdên perçeyên din divê xwe di vî warî de xurtir bikin. Bi taybetî jî kurdên Bakur divê di dîpolmasiyê de karekî baş bikin. Ji ber ku hejmara wan pir zêde ye û salên dûr û dirêj xebata mafên xwe dikin, ji bo destkeftiyan têdikoşin.

‘Divê kurdên Bakur, bi taybetî jî BDP bi awayeke nû li Amerîkayê binêre’

Kurdên Bakur ji bo serkeftineke dîplomatîk divê çi bikin?

Divê kurdên Bakur, bi taybetî jî BDP bi awayeke nû li Amerîkayê binêre. Jixwe re li taxeke girîng a Washîngtonê ofîsek veke. Wekî gelên din dest bi xebatên lobiyê bike. Lê ev tişt bi ekîbekê dibe. Divê ekîbeke şareza hebe ku ji binê vî karî rabe. Karên wisa ji bo kesek an jî du kesan barên pir giran in. Ez dizanim vê dawiyê Sînan Onal weke nûnerê BDP’ê hate destnîşankirin. Ez ji wî re serkeftinê dixwazim. Lê serkeftina wî girêdayî şert û mercên ku min behs kirî ye. Li Amerîkayê gelek  kurdên pispor hene ku siyaseta Amerîkayê baş dixwînin, civata Amerîkayê rind dizanin. Rastiyên Amerîkî bi zelalî dibînin. Bi hevkariya wan kesan re BDP dikare dengekî xurt li wî welatî derxe. Min seredana şandeya BDP’ê ji nêz ve şopand. Ji aliyê kurdan ve eleqeyeke pir germ ji şandeyê re hebû. Ne tenê kurdên Bakur kurdên perçeyên din jî eleqeyeke mezin nîşan dan. Pêşniyara min ew e ku serdanên wisa bibin herdemî da ku pêwendiyeke germ di navbera gelên Amerîka û partiyên kurdan de çêbe. Ji ber ku Amerîka dûr e û weke cografya ji Ewropayê veqetiyaye, serdanên wisa hîn girîngtir in.

Li Sûriyê ev demek e şerekî berdewam heye. Vê dawiyê şandeyeke kurdên Sûriyê ji bo axaftina rewşa kurdan çû serdana Washîngtonê. Gelo ji vê serdanê çi derket?

Şandeya kurd a Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, di bin serokatiya Dr. Evdilhekîm Beşar de hate Washîngtonê. Li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Amerîkî hatin Washîngtonê. Serdan ji aliyê kurdan ve pir serkeftî bû. Ji ber ku Amerîkiyan rola kurdan a şoreşa Sûriyê de gelek girîng nirxandin. Şandeya kurd bi Qesra Spî, Wezareta Derve, gelek endamaên civata nûneran (kongremsen) û senatoran re hevdîtinan pêk anîn. Her wiha bi saziyên ramanî ku me behs kirî re danûstandin pêk anîn û rojnameya Washîngton Postê jî bi wan re hevpeyvîneke dirêj çêkir. Êdî Amerîkî jî baş dibînin ku heta kurd bi hemû karîna xwe tevli vî karî nebin, serkeftina serhildana li dijî Esed pir dijwar e. Ew her wiha mesajek e ji bo opozîsyona erebî ku pirtir qîmetê bidin kurdan û daxwazên wan li ber çavan bigrin. Beriya çend rojan bizavkarê kurd Abdulbasit Seyda bû Serokê nû yê Konseya Neteweyî ya Sûriyê. Dibe ku serdana şandeya kurdî bandoreke erênî li ser vê biryarê kiribe. Tê çaverêkirin kurdên Sûriyê ji bo têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xurtir bikin, li Washîngtonê ofîsek vekin. Ez hêvîdar im partî, rêxistin û dezgehên ragihandinê yên kurd pirtir girîng bidin Amerîka da ku bibin pirek di navbera kurd û Amerîkiyan de. Her wiha doza xwe bigihînin Washîngtonê ku li ser siyaseta cîhanê ku hêzeke pir mezin e. (Rûdaw)