Serrûpel Nûçe Me tu caran hevdîtin red nekiriye

Me tu caran hevdîtin red nekiriye

Belav bike
  

Li gor MSHK’ê di hevdîtinê de piştî gihandina silavên Serokê Emerîka Obama ji aliyê Bilînkin bo Serokê Herêmê, mijarên weke qeyrana siyasî ya Îraqê, tengasiyên heyîn, hewldanên çareserkirina van qeyranan hatine gotûbêjkirin. Her weha Bilînkin di hevdîtinê de behsa hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên Bexdayê kir û behsa nêrîn û dîtina Hevpeymaniya Niştîmanî ya seberet pêvajiyao çaksaziyê kir. Der barê vê mijarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyarkir ku ji bo pêşxistina pêvajoya siyasî ya li Îraqê û hebûna bingeheke qanûnî di encamdana çaksaziyan li ser bingeheke rasteqîne bê kirin da ku baweriyek bide gelê Îraqê. Her weha got jî ku tucaran wan ev curên hevdîtinan ligel Hevpeymaniya Nişîtimanî red nekiriye. Mijareke din ya civînê ew bû ku li ser şandina neft û xazê, Komîteya Ewlekariyê ya Hevbeş a navçeyên veqetandî bû. Di dawiyê de Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Bilnkin kir ku silavên wî bigihîne Serokê Emerîka Obama.

 

Avestakurd