Serrûpel Nûçe Serokê PYDê rewşa Kobanî zindî nirxand (Vîdyo)

Serokê PYDê rewşa Kobanî zindî nirxand (Vîdyo)

Belav bike

Televizyona ÎMC, Serokê PYDê Salih Muslim, di weşana zindî de kire mêvan. Salih Muslim rewşa Kobanî û pêşketinên dawiyê û helwesta Kurdan a li Suriyê nirxand. 
Muslim diyar kir ku, ji bo pevçûnên li derdorê Kobanî têne jiyandin, nepekine herêma Kurdan, wana tevdîr girtine û rêvebiriya bajêr xistine destê xwe. Müslim tîne ziman ku, li bajarê Kobanî, hemû karmendên rejîmê bajar terk kirine. Sazî û dezgehên Kobanî niha di destê gel de ye. Xwîn nehatiye rijandin.
Serokê PYDê Salih Muslim dibêje, di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Suriya Azad de pevçûn hene. Wana destûr nedaye ku ew hêzana têkevine bajarên Kurdan. Ger îcab bike, gel wê rêvebiriya bajarên Kurdan yên din jî  bigire destê xwe.  

PYD' lideri İMC'ye konuştu von imctv