Serrûpel Nûçe “Kes nikare yekîtiya Kurdan xerab bike“

“Kes nikare yekîtiya Kurdan xerab bike“

Belav bike
  

Serokê Herêmê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di gotara xwe ya nivîskî de ku pêşkêşî raya giştî kirî, bi zimanek vekirî û zelal diyarkir ku ew destûr nedin Yekîtiya Kurdan xerab bibe. Serokê Herêmê di gotara xwe de bal kişand ser rewşa Îraqê, qeyrana di navbera Bexda û Hewlêr û siyaseta li Rojhilata Navîn tê meşndin. Serokê Herêmê der barê mijara Malikî de got “Hin kes hene dema lingê wan giha erdê, pey desthilatdariyê ketine ku bi temamî têxin destê xwe. Wisa xwe dibînin ku li ser destûrê re ne. Malikî li pey yek soza dayî nesekinye, weke yek kes tevger kiriye. Ev zihniyeta ku baweriyê bi çek tîne dê li dem pêş bibe pirsgirêkek mezin. Li dijî vê zihniyetê, helwesta dihate xwestin di vê salê de me nîşan da.”  Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bal kişand ser guhartin û pêşketinên li Rojhilata Navîn dibin û weha pêdeçû “Em ê destûr nedin yekîtiya Kurdan xerab bibe. Divê hemû alî berjwendiya netewî û welat li ser berjwendiyên teng re bigirin. Pirsgirêkên li Îraqê û Rojhilata Navîn dibin, sedema xwe ew e ku alî hemû tiştî li hemberî hev bi kar tînin û siyasetê dikin navgînek li dijî hev. Ev nêzîkbûn û şêwazên weha berjwendiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn têxin nava metirsiyê (xeterê). Di vê rewşê de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû aliyan. Ez di zanebûna berpirsiyartiya beramber Kurdistan û Îraqê de me. Di heman demê de ez xwe parêzvanê azadî û welatiyên Kurdistanê dibînim û ji bo vê berpirsiyartiyê xwe serbilind dibînim. Hêvî dikim, em dest bidin hev, gelê xwe ji bin siya çekan rizgar bikin û têxin nava aşitî û aramiyê.”

 

Avestakurd