Serdana Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, a li ser esnafan berdewam e. Baydemîr, serdana xwe a esnafan, bi Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş re kir.
Piştî li dikana berberiyê por birîn û ûtivaniyê, Baydemîr îcar jî dest avête sol boyaxkirinê.
Şaredar Baydemîr, bi samîmiyet û dilnizmiya xwe, ji aliyê gelê Kurd ve, bi taybet jî ji aliyê xelkê Amedê ve zêde tê hezkirin.