Serrûpel Nûçe Tirkiyê PYD’ê ji civîna Hewlêrê dûrnexistiye

Tirkiyê PYD’ê ji civîna Hewlêrê dûrnexistiye

Belav bike
  

Serokê ENS’ê (Encûmena Niştimanî ya Sûriyê) Ebdulbasit Seyda di hevpeyvîneke ku rojnameya El Şerq El Ewest ligel pêk anî de bal kişand ser civîna li Hewlêrê ya ligel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê pêk hatî de û nebamadebûna PYD’ê. Seyda da diyarkirin ku Tirkiyê PYD ji civîna Hewlêrê dûrnexsitiye û ti rola Tirkiyê di dûrxistina PYD’ê ji civîna Hewlêrê tune ye û weha pêdeçû “Rêxistinakirina hevdîtin û civînan erkê birayên me li Herêma Kurdistanê bû, haya min ji vê pirsê tune ye, lê em pêşwziya hemû hêz û partiyên ku tekez li pêşnûmeya niştimanî ya Sûriyê dikin, dikin.” Seyda di berdewamiya axivitina xwe de û her der barê vê mijarê de got “Ti roleke Tirkiyê di dûrxistina PYD’ê de tune bû, em hêvîdarin birayên me yê di PYD’ê de tekez li ser pêşnûmeya niştimanî ya Sûriyê bikin, ti pirsgirêkên taybet di navbera me de tune ne, nakokiyên me li ser araste û dîtinên weke girêdana pirsa Sûriyê bi PKK’ê ve ku araste û siyaseteke wê ya din heye û em destê xwe naxine vê yekê, lê em dibêjin rewşa li Sûriyê cuda te û em ligel yekxistina helwesta Kurdane di çarçoveya pêşnûmeya Sûriyê de.” Her weha Seyda bal kişand ser pirsa leşkerî û bilindkirina alan û got “Hebûna leşkerî ya PYD’ê di nava bajarên Kurdan de pir pirsgirêk li ser hene, lewra ew bajar bi aram in, em dikarin hemû pirsgirêkan dûr ji çekan bi rêya diyalogê çareser bikin…bilindkirina alan ser avahiyên Hikûmetê şaşe, em ne li dijî wan alan e lê divê tekez li ser hevgirtina helwesta niştimanî ya Sûriyê bê kirin.”

 

Avestakurd