Serrûpel Magazîn Simko piştî 25 salan vedigere Hewlêrê

Simko piştî 25 salan vedigere Hewlêrê

Belav bike


Lawikê Xancepekê ye. Ûdvan e, Violîst e, Sazbend e, nota mîna nameyan dinivisîne û dixwîne. Kurdî, Farisî, Swêdî; Almanî, Tirkî û Îngilîzî gelek baş dizane. Li Almanya, Swêdê û dema dawîn jî li Kanada cîwar bû ye… Bi gelek hunermendên mezin re kar kiriye. Şivan, Nasir Rezazî, Brader Musikî, Şêrîn Perwer û gelekên din. Niha li Holanda mêvanê Birader Musikî ye.

Berê wî li Kurdistanê ye.

Simko di nava heyecaneke mezin de ye. Heyecana wî hem ji bo ku welatê wî azad e, hem jî ji bo ser projeyên wî ye.

Piştî 2 hefteyên din Simko li paytextê li Hewlêrê wê di nava heval û hogirên xwe yên muzîkjen de be.