Li Londonê di olimpiyatan de, di tekwandoyê de Bahrî Tanrikulu ku bixwe Kurd e, li ser navê Tirkiyê, reqîbê xwe yê Yewnanî têk bir û derkete fînala çarûyekê.
Serkeftina Bahrî Tanrikulu, di çapemeniya Tirkiyê de cih girt û ew wek Kurd hate lanse kirin.
Hevalê bahrî Tanrikulu, Servet Tazegulê ku di tekwandoyê de madalya zêrîn bidestxist, ji bo Bahrî Tanrikulu wiha gotiye: Ez bixwe ne Kurd in, Azerî me. Lê hevalê min Bahrî Tanrikulu Kurd e û pirr caran ala me bilind kiriye.