Berpirsiyarên YEKÎTÎ YA KURDISTANÎ ji AVESTA re axifîn
Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî
AVESTA KURD – Endamê Komîteya Rêveber û Berpirsê Ragihandinê ya Partî Yekîtî Kurdistanî Ebdulbasit Hemo û Endamê Komîteya Rêveber û Berpirsê Têkiliyên Derve ya Partî Yekîtî Kurdistanî Neşet Zaza ku ligel heyeteke xwe serdana Herêma Kurdistanê kirin, der barê serdana xwe û rewşa Rojavayê Kurdistanê de ji Avestakurd re axivîn. Her du Endamên Komîte Rêveber ya Partî Yekîtî Kurdistanî li ser mijarên weke; projeya Federalîzîm, Civîna ligel Ahmet Davûtoglû, helwesta PYD’ê, mijara derbaskirina pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, bilindkirina al û wêneyan, kuştina Mişel Temo û Nisredîn Birhik, yekîtiya gelê Kurd di bin sîwaneke siyasî de û daxwazên di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ji berpirsên Herêmê sekinin.
Ebdulbasit Hemo der barê serdana wan ya li Herêma Kurdistanê de da diyarkirin ku ya dixwestin çû serî û weha got “Berî her tiştî sipas bo malpera Avestakurd ji bo vê hevpeyvînê. Serdana me ya bo Kurdistanê, gelek xwestekên me hebûn, yek jê di warê têkiliyên Kurdistanî, danûstandinên me di aliyê Meclîsa Kurdî de di warê ku rêxistina xwe bi rengekî sazî avabikin û em karibin Serok Mesûd Barzanî bibînin, ji ber ku projeke me ya siyasî hebû weke partiyeke xortane di nêrîna xwe ya siyasî de cuda bû ji partiyên din ên Kurdî û bi taybet navê wê Partî Yekîtî Kurdistanî ye, ji ber ku di nava 16 partiyên Kurdî de navê me Kurdistanî ye. Û ev peyama me berî şoreşa Sûrî bû û ev peyama me îro ji aliyê piraniya gelê me ve tê pejirandin, li ser dimeşe. Me xwest em ligel wan kesên rûniştîn ji wan re xwendina me ya ji rojevê re bêjin, car car ji bilî me zêde derdiketin, û îro pêşaroja Sûriyê piştî hilweşîna rejîma Beşar El Esed divê jê re hesaban bikin, jê re bixebitin, wê çi çêbe weke partiyeke xortane bîr û baweriya xwe yekser ji her kesî re bêjin. Ji ber ku gelek caran em ne di warê partiyên Kurdî de bûn di warê danûstandinê de, di hêla cudbûna fikir û rêxistinê de. Di serdana me de 3-4 planên me hebûn û hemû çûne serî.”
Her weha der barê projeya Partî Yekîtî Kurdistanî de got”Yek jê em pêştir bûn ji partiyên Kurdî, di şoreşa Sûriyê de me berî Ereban peyama dirûşmeya hilweşîna rejîma Esed xwest, me berî partiyên Kurdî beşdarî di muxalefeta Sûrî de kir, hesabatên me û wan ne weke hevbû belkî rewşa em tê de dijîn ne weke ya wan bû. Ji aliyekî din ve di warê dûrdîtina Kurdistanî de jî em cuda bûn, ji ber ku navê me Yekîtî Kurdistanî bû ne tenê Kurdî bû, ya din divê yekîtiya Kurdî di warê pratîkî de be ne tenê teorî be, ev cudabûna me hebûn. Berpirsên me dîtîn bersiveke xwe ya erînî hebû. Me xwest weke Partî Kurdistanî xwendina xwe ji xelkê re diyar bikin, ji xelkê Kurdistanê re diyar bike ku çîroka me ne çîroka hevbeşî û kesayetiyaye, îro dostaniya min û te hebû ji bilî te nebû. Ji ber vê yekê dem dema wê ye ku rêyeke bîr û bawerî û siyasî avabibe û yekîtiya Kurdî di bin çarçoveya peyama siyasî de bibe yek. Ji ber ku heta niha partiyên Kurdî di hewlesta xwe siyasî de nabêjin doza Kurdî çi ye, erê di Meclîsa Kurdî de dibêjin çarçove çarenûs, car car her partiyek li gor xwe şîrove dike, lê weke Partî Yekîtî Kurdistanî dibînin Federalîzîm ya herî raste ji bo Sûriyê, pêşeroja Sûriyê. Der barê van mijaran de em ligel Berpirsê Tekiliyên Mekteba Serokê Herêma Kurdistanê ku yekser berpirsê dosyaya Kurdî ye kek Dr. Hemîd Derbendî rûniştin, ligel kek Kemal Kerkûkî re rûniştin û bi rêya wî re me nameyek ji Serok Barzanî re şand der barê dîtina Partî Yekîtî Kurdistanî çareseriya piştî Beşar El Esed, berî şoreşê dîtina me çibû û niha dîtina me çi ye. Û em bi hêvîne ev hevdîtin zêdetir bibin. Çîroka me ne partî tenê ye, divê biryara siyasî bigihin xwediyê biryarê bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî. Divê girîngî dayîn ji bo ciwanên Kurd hebe, ne di çaroveya partiyekê tenê de.”
Ebdilbasit Hemo civîna li Hewlêrê ku ligel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû pêk hatibû rexne kir û got ku şaşîtîbû ku bê PYD’ê pêk hatiye û weha got “Peymana Hewlêrê peyameneke gelekî pêwîste ji bo Kurdistana Sûriyê, bi taybet di bin siya Serok Barzanî de ye, ew di bin serokatiya Serok Barzanî de cihê şanaziyê ye, yê dûr dîtina xwe ya navnetewî hebe, ji ber ku biryara Hewlêrê bûye biryareke navnetewî, bûye navenda biryara siyasî. Tirkiyê jî hîs dike ku Kurdistana Sûriyê û doza Kurdî bûye dozeke li ortê û rastî, bûye dîtina xwe ya navnetewî. Tirkiyê weke dewletên din xwendina xwe ya li Rojhilata Navîn li pêşe. Ji ber vê yekê xwest lîstikê bike, Tirkiyê neyekser danasînê bi Kurdan dike lê çawa danasînê bi te bikim lê bi birayê te nekim, xwest vê lîstikê bike, lê ez bawerim Ahmet Davûtoglû bi serneket. Dema em Kurd yek bin, divê em bi hev re rûnin, bi hev re rabin, çênabe em cudabûnê têxin di helwesta xwe ya rûniştinê de. Divê helwesta Kurdî Kurd bi xwe destnîşan bikin ne jî Davûtoglû bêje ‘ Kurdin hebin Kurdin nebin’, ev planin da ku Kurdan ji hev dûr bikin. Divê em Kurd şiyar bin, ji ber ku çarenûsa me netewî ye. Dibe ku di hin tiştan de xwendina xwe ya siyasî û partî de cuda bûn, lê dawî Kurd ne helwesteke bin dê nikaribin gemiya Kurdî bigihînin berava bi ewle. Madem du meclîsên Kurdî bi hev re lihevkirine divê biryara baweriyê û peymanê yek be, me jî ev yek rexne kir, rexnê PYD’ê rast bûn, çênabe biryara Kurdî mirov ji hev bidize.”
Der barê rewşa valahiya li hin bajarên Kurdan heyî û ji aliyê Kurdan ve tê tije kirin de got ku tiştek raste û weha pêdeçû “Rejîma Sûriyê roj bi roj tê hilweşandin, herêmên lewaz û yên xurt li ba rejîmê hene, herêmên yekser metirs û neyekser metirs hene. Li herêmên Kurdî ew tundî, ew şerê çekdarî tê de nebû, metirsiya xwe li herêmên çekdarî lê didît. Herêma Kurdî jî, Kurdan berê rêxistina xwe kiribû, xwe bi rêk û pêk kirin da şerê sivîl çênebe û ev tiştek erînî ye ku li herêma Kurdî (Efrîn, Kobanî, Cizîrê) ya dibe raste û Kurd valebûna heyî tije dikin neku rejîmê ev xwestiye lê ji ber herêmên xwe yên metirs bi taybet Şam û cihên din yên metirs jê re.”
Ji alieykî din ve Neşet Zaza di axivitina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û got “Îro roja yekîtiya gelê Kurd e, çareseriya mafê Kurdan li Kurdistanê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê, ew nakokiyên cuda di navbera partî û hêzên Kurdan de ji bo bilindkirina alan tiştekî neraste. Tiştek heye me digîhine hev ew jî ala Kurdistanê ye, divê navend ew al be, ev al ne bi partiyekê ve girêdayî ye, ew hevbeşe ya me tîne cem hev. Bilindkirina wêne û alan nakokiyê çêdike, divê di vê qonaxê de em rê nedin nakokiyan. Ji ber ku ger em dixwazin mafê Kurd bi destbixin, divê em yek bin, paşê bi riya hilbijartinan ka kî deridkeve wê demê dikare xwe bide diyarkirin ka kî çend biçûke yan mezine.”
Her weha Zaza rexne li helwesêta pir alan kir û got divê ala Kurdî bingeh bê girtin “Di nêrîna min de, di dema niha de bilindkirina aleke din şaşe, ev ala niha sîwaneke ku nûnertiya me hemûyan dike. Kurdistanê bi darê zorê perçekirin, ne bi dilê em ev sînor hatine avakirin. Lê ger sibe projeyeke Konfderalîzim di navbera çar perçeyên Kurdistanê de bibe çima na. Heger were çêkirin jî mirov dikare ala komara Mehabadê bilind bike.”
Zaza li ser kar û xebatên Partî Yekîtî Kurdistanî jî sekinî û weha dewamkir “Em weke Partî Yekîtî Kurdistanê di çalakiyên xwe de berdewam in, ji ber ku em beşek ji vê şoreşê ne, ji me tê xwestin hilweşandina rejîmê, ji me tê xwestin em di kar de xwe bidin ser hev, ji me tê xwestin çi partî bin çi hevrêzên xortabin wan nêzîkî hev bikin, ji me tê xwestin sîwanekê, konekê çêbikin ew kon konê Kurdayetî be, em hemû xwe di bin de bibînin. Ligel muaxlefeta Erebî têkilî û danûstandinên me hene li ser erdê û di warê siyasî de da em bigihin qonaxekê, deriyekê ji bo mafê gelê Kurd de.”
Ebdulbasit Hemo der barê îdîayên ku Mişel Temo û Nisredîn Birhik ji aliyê PYD’ê ve hatine kuştin nerast bi navkir û got ku rejîm berpirsê kuştina wane û diyarkir jî ku ew weke Partî tu belge li berdestê wan tunene yên hebin bila pêşkêş bikin “Berî her tiştî rejîm berpirsên kuştinên Kurdan e. Ez bawerim, hemû partiyên Kurdan, Teyar El musteqbel û Partiya Demkratî Kurdî jî kuştin (Meşil Temo û Nesredîn Birhik) xistin stuyê rejîma Sûriyê de. Lê car car rejîm planan çêdike û bi rêya kesine têxe pratîkê, gef bûn û ev gef hatin wergerandin. Ji ber vê yekê guman li cem xelkê çêdibin. Em bi hêvîne kesek gefan neke, her çend mirov di warê siyasî de cuda be jî divê mirov gefên kuştinê lihev neke. Ji ber vê yekê jî, rejîma Sûrî dixwaze Kurdan berde hev, divê em şiyar bin, her kes berpirse di ber kuştina Kurdan de li dema mirov ne yek bin. Lê, em weke Partî Yekîtî Kurdistanî tu belge li berdestê me tunene ku em hin kesan tawanbar bikin, yên li cem heyî bila pêşkêş bikin.”
Her weha Ebdilbasit Hemo got ku dem dema çekdarî ye, divê ciwanên Kurd yên ki Herêma Kurdistanê hatîn perwerdekirin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û got “Divê Kurd ji bo şerê çekdarî amade bin, divê ev ciwanên hatîn perwerdekirin derbasî welat bibin. Ligel xortên din yên Kurdan têkiliyekê girêbidin. Ev yek yek ji wan projeyên me bûn ku me ligel Herêma Kurdistanê gotûbêjkir. Dem hatiye em bi hev re bikin, ger niha me derbas nebin dê tevlîhevî çêbe, ger tevlîhevî çêbû dê nema serdestiya wê bê kirin. Û min nebihistiye ku PYD’ê bûye asteng û ne ji mafê kesî ye asteng bike, qada Sûriyê ya me Kurdan tev ye û heta gotibin jî ev ne raste, doza me Kurdan teveye.”
Ebdulbaist Hemo rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di yekîtiya Kurdan de bilind nirixand û got “Rola Serok Barzanî roleke neteweyî ye, gavên wî yên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Lê, divê li hemû Kurdan bi çavekî mêze bike. Car car divê Serok Mesûd rihê xortanî di nava Kurdan de hene, partiyên çalak hene û bi wan re bibe alîkar. Divê dostanî ligel hemû partiyan yekbe û ez bawerim Serok Mesûd bi vî çavî mêze dike. Daxwaza me jî ew e.