Serrûpel Magazîn Vana ne yar in, keç û bav in!

Vana ne yar in, keç û bav in!

Belav bike

Keça stranbêja li Tirkiyê navdar e Sîbel Canê û lîstikvanê sînemayê Hakan Ural, li ser hesabê xwe yê Facebookê, sûreteke ku bi bavê xwe Hakan Ural re, di asansorê de lêv bi lêvê hevdu maç dikin weşand. Bi vê parvekirinê, di medya civakî de bû mijara niqaşan.
Di medya civakî de kesên ku vê normal dibînin jî hene, kesên ku bertekên tund nîşan didin jî. Dibêjin, di kevneşopiyên me de tiştên bi vî rengî şerm e.
Bav Hakan Ural jî gotiye ku, “ez şaşiyeke pirr mezin dijîm. Gelo ma karê ti kesî tine ye? Yekî wiha gotiye yê din sûret şîrove kiriye…”
Dayik Sîbel Canê jî li ser pirsa rojnamevanan diyar kiriye ku, ev tiştekî xwezayî ye, hezkirina bav û keçê ye.