Kapilakham Namahê ku hemwelatiyê Hîndistanê ye, ev 11 salin ku qet milê xwe li hewa danexistiye û neynokên tilîyên xwe nebirîne. Wî xwe bexşandiye yezdanê baweriya Budîzmê Şîva û ji bo vê pîyê wî her tim li hewaye û êdî deforme bûye.
Namah, ji bo ku biçe Lîbyayê, rêya wî li ser balafirgeha Stenbolê ketiye û hemû bal kişandine ser xwe. Kesên derdorê, ji bo ku bi wî re sûretan bikijînin ketine dorê.
Namahê ku xwe bexşandiye yezdanê Budîzmê Şîva, 11 salin ku carekê jî pîyê xwe danexistiye. Ji ber vê êdî nikare pîyê xwe yê rastê bikarbîne, çimkî deforme bûye û şeklê pîyê wî jî hatiye guhertin.
Namah diyar dike ku, ew dixwaze hîn 12 salên din pîyê xwe li hewa bigre.