Serrûpel Nûçe Gerîla çapemeniya Tirkiyê hişyar kir (Vîdyo)

Gerîla çapemeniya Tirkiyê hişyar kir (Vîdyo)

Belav bike
Di çapemeniya Tirkiyê de, rê birîna gerîlayên PKKê a karwana parlementerên BDPê dengveda. Hema hema di hemû malper û rojnameyan de bûyer bi şîroveyên cuda cih girt.
Di rê birînê de bûyera herî balkêş ew bû ku, gerîlayêkî PKKê tiliya xwe ji nûçegîhanê Kanal D’yê re hêlkir û hişyarî da wî. Gerîla ji nûçegîhanê Kanal D’yê Cem Tekel re wiha got, “çapemeniya Tirkiyê bûyerên li Şemzînanê bi awakî rast nîşan nade. Nûçegihanê Kanal D’yê, temam e? Derewan nekin, rastiyan veneşêrin.”
Gerîla di axaftina xwe de banga çapemeniya Tirkiyê kir ku, rastiyan ji gelê Tirk veneşêrin. Diyar kir ku gelê Tirk ji rastiyan bêxeber e.
Nûçegîhan Cem Tekel, piştî bûyerê li ser hesabê twittera xwe nivîsandiye ku, ev dîmenana li Tirkiyê wê 2.sendroma xebûrê jiyandin bide.