Serrûpel Nûçe Kurdan li ser navê Iranê medalya bi dest xistin

Kurdan li ser navê Iranê medalya bi dest xistin

Belav bike


Di olîmpîyadên îsal de Swêd bi giştî heşt medalya standin. Ji van medalyan yek zêr, çar zîv û sê bronz bûn. Di lîga medalyan de Swêd rêza 37ê girt.

Di lîstikan de herwiha pêlewanên ji rojhilatê Kurdistanê li ser navê Îranê çar medalya bidest xistin.

Di tîma netewî ya Swêd de, di spora Taekwondo de sporvanê ji bakurê Kurdistanê Uno Shanli beshdar bû, lê wî medalya nestand.


Berya çend mihan tîma handbolê ya Swêdê ji ber performansa xwe ya xerab nikarîbû beşdarî Şampîyonîya Cîhanî bibe û tu hesabê wê nedihate kirin. Di rêzkirina jêhatîyên handbolê de wê di rêza 64ê de cî digirt. Lê di van herdu heftîyan de di olîmpîyadên Londonê de tîma swêdî performansek cuda nîşan da û şevê din lîstikvanên swêdî li hember Fransa ji bo bidestxistina zêr xuhdan rijandin. Di têkoşîneke dijwar de tîma Swêd di dawîyê de 22-21 winda kir û mecbûr ma qîma xwe bi rêza duyem û zîv bîne. Zîvekî ku piranîya pisporên sporê qet nelibendê bûn.

Di olîmpîyadên îsal yên li Londonê de Swêd bi 60 lîstikvanan beşdar bû. Di dawîyê de van lîstikvanan yek jê zêr, çar zîv û sê bronz bi giştî heşt medalya bidest xistin û di rêzkirina medalyagiran de bû welatê 37ê.

Amerîka û Çîn di olîmpîyadên dawî de jî dewletên herî serkeftî bûn. Di lênerînek ku rojnameya Dagens Nyheterê kiriye de xuya dibe ku Amerîka di avjenî, spora serbest (atletîzm), tenîs û basketê de serdest e. Çîn jî di jîmnastîk, halter, bedminton û pîngponê de piranîya medalyan distîne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka îsal ji wan 46 zêr, bi giştî 104 medalya standin û bi vî awayî bû welatê yekê. Çînê rêza duyê girt, wan 38 zêr bi giştî 87 zêr bi dest xistin. Brîtanya rêza sisêyê û Rûsya rêza çarê girt. Lê eger mirov li gor mezinahîya welatan biçe, welatê herî serkeftî di olîmpîyadên salê de giravên Amerîka Latînî Grenada û Jamaica ne. Û ew sporvanê ku di gişt olîmpîyadan de herî zêde bal li ser bû jî ji Jamaica Usain Bolt bû.

Di nav tîma Swêdê ya îsal de di spora tekwando de Uno Şanli yê ji bakurê Kudistanê jî hebû. Uno medalya nestand, lê pêlewanên ji rojhilatê Kurdistanê li ser navê Îranê çar medalya bidest xistin. Ji van Umid Newrozî di zoranbazî, ango guleşê de zêr stand. Nesîr Şelal, Sadiq Guderzî, Kîyanûş Rustemî jî di lîstikên olîmpîyadê de zîv anîn.
Beşît Kavak / sverigesradio