Serrûpel Magazîn Koma ku Putîn protesto kiribû “Pussy Riot” ceza xwar

Koma ku Putîn protesto kiribû “Pussy Riot” ceza xwar

Belav bike

kirine hatibûn girtin û dadgehê biryar da ku, li dijî olê holîganiya nefret û heqaretê kirine ceza ji wan re birî.

Li Rusyayê berî hilbijartinên ku di meha adarê de hatine kirin û Vlademîr Putin careke din bû serokdewlet, koma rock a bi navê Pussy Riot ku ji 3 jinan pêk tê, ji ber heqaretî li Putîn kirine hatibûn girtin. Li hemberî 3 endamên jin yên komê doz hatibû vekirin. Dadger biryar da ku, li dijî olê, wana suçê holîganiya nefret û heqaretê kiriye, ceza da wan.
Endamên koma Pussy Riotê Maria Alyokhina, Nadezdhda Tollokonikova û Yekaterina Samutsevich, di meha sibatê de bi etekê kin û maske derketibûn lîstikekê û di lîstikê de klama “Meryema bakîre, Putîn ji serê me def bike” gotibûn û piştî lîstikê jî hatibûn girtin.
Stêrka popê a navdar Madonna jî, meha çûnê li St.Petersburgê konser dabû û piştgiriya koma Pussy Riot kiribû. Li ser ve, li Rusyayê hin komên welatperwer,haziriyê dikin ku, di derbarê Madonnayê de dike doza tezmînatê a 333 hezar ruble vekin.