Serrûpel Nûçe Rûsipiyekî Êzîdiyan diaxife

Rûsipiyekî Êzîdiyan diaxife

Belav bike

Di hevpeyvîna bi rûsipiyekî Êzdiyan de gelek zilm û zora ku Dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman li Êzdiyan kirine eşkere dibin -1

Desthilatdarên dewleta Osmanî belge û agahiyên êrîşên ku kevneperestên Kurdên bisilman anîne ser civaka Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe û qirkirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe çê kirine, ji bo armancên xwe yên qirêj, tev ne xistine nav arşîva desthilatdariya xwe.

 

Min jixwe ra got, ji bo em nakokiyên ku neyaran berdaye nava dilê gelê Kurd nasbikin û ew dîroka xayîntiya derbasbuyî di pêşerojê de jî cardinê dûbare nebe, divê em Êzdî hemû agahiyên, zilm û zora ku Dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman li pêşiyên me kirine û gelek ji wan buyeran li sersinga rûsipiyên me veşartî mane, ji nav zargotina civaka xwe tomarbikin.

 

Lewma jî, ez di 04.08.12 de çûme mala xalê Ahmedê Silêman(Acar) yê ku li bajarê Celle dimîne. Min gotê Xalê Ahmed,  tû weke rûsipiyekî me Êzdiyên ku ji bakurê Kurdistanê hatne, têyî naskirin. Tû dikarî ji kerema xwe ra, bahsa hinek buyer û zilma ku Dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman li me Êzdiyan kirine bikî?

 

Camêr, xalê Ahmedê Silêman(Acar) destpêkir û got, „Pêşiyên me ji me ra timî digotin, berê deşta Silopiya tev li ser navê şêx Silo dihate naskirin û lewma jî navê vê herêma Kurdî buye Silopiya.

 

Silo, şêxê Hesinê Hewêrkî(Şeref) û yê tevaya eşîra hewêriya bû.  Zozanê Sêdanê(Yanî li aliyê herêma Hekariya, devera ku meriv sê dana lê diçe bêriyê û pez lê didoşe re dêjin) tev di bin destên Hesinê Şeref de bûn.

 

Rojekê mîrekê Bota yê bi navê Nasir, di qesra xwe de dêje Hesinê Şeref(Hewêrî):

 

Hesin bi Xwedê, ez çiqas li virê ji Xelefê Şûvî ra dêjim, dive tû jî bêş û tara xwe bide, ew dêje başe, ezê bidim. Lê wexta Xelef diçe malê û xwilamên min ji bo komkira bêşê diçine balê, ew li xwilaman dixe, dêje ez nadim û dûre jî xeberen ne baş ji bo min dêje.

 

Hesinê Şeref dêje, mîrê min, bi Xwedê axa wî ji ya te mêr tir e.

 

Mîr Nasir bi ser Hesin de hêrs dibe û dêje, axa ku ji axa min mêrtirbe li kurê heye?

 

Hesinê Şeref cardinê dêje, mîrê min, ne xeyide, wele axa wî ji ya te mêr tir e. De ka tû here kulmek axa ku ew li ser dijî bîne û di qesra oda xwe de têxe bin doşeka ku Xelef li serê rûdinê. Hingê tê bivînî ku ewê di mala te de jî bêje, ez  tu bêş û tara nadime te. Û gava ku ev gotina mijî rast derneyê, hingê tû zanibî ez ne Hesinê Şeref im!

 

Mîr Nasir dêje Hesin başe, bi ad ezê niha bikim ku xwilam herin, hinek axa wî bînin û xwilaman dişîne hinek ji axa wî tîne. Dûre weke ku Hesin gotî, wê axê di qesra oda xwe de dixe bin doşeka ku Xelef li serê rûdinê. Gava Xelefê Şûvî cardinê hate qesrê û li ser doşekê rûnişt, mîr Nasir dîsa dêje, Xelef divê tû bêş û tara xwe bidî.

 

Xelef ji ser doşekê rûniştî dêje mîr, ma tû Xwedayê min î, ezê çima bêş û tarê bidime te? Wele, ez yek qurîşekî bêş û tara na dime te.

 

Mîr deyn nake û Xelef radibe ji qesrê dertê û diçe.

 

Dûre mîr Nasir dêje Hesinê Şeref, bi Xwedê , tiştê te gotî tev rast derket. Lê, ez dixwazim tû Xelef bikujî.

 

Hesinê Şeref dêje mîrê min, em bi ber kêmbûnê ve diçin û bi Xwedê, ez Xelef nakujim. Xelef tû xirabî bi min nekiriye.

 

Mîr Nasir hew bersivekê dide Hesinê Şeref. Lê, dûre xeberekê ji Îsa yê kirîvê xwe yê xwînê, ku li bajarê Cizîrê dima ra dişîne û dêje, Îsa gava Hesinê Şeref vêcarê hat li qawê rûnişt, tû jahrê berde nav fîncana Hesinê Şeref û bila ew pê bimire.

 

Gava meriv vêga jî li vê kilama ku li ser Hesinê Şeref hatiye gotin guhdarî bike, ev buyera tê de jî xwanê kirin.

 

Strana Hesinê Hewêrî

 

Eyşê dibê; lo lo bavo !

ezê bi deşta Cizîrê wê de hatim,

gelekî berî erde.

Tê rabe Xezalê ji tewlê bikşîne,

Zînekî zerî Êntabî li ser piştê bi edlîne,

Piyê xwe bavêje rikêbê û dest bavêje dezgînê,

serê Xezalê lê berde.

 

Êzê bala xwe didime, zozanê jorîn

Zozanê li pişta Wanê û deşta Silopiya,

piştî Hesinê Hewêrî ,bavê Evdo û Dolme

Konreşî ji min re buye kul û derde.

 

Eyşê dibê ; lo lo bavo  !

Zozangera zozanê xwe çêrandin,

Xanberindirê bavê Evdo û Dolme

li deşta Silopiya û li navruya Şêwruyê

dûvê xwe gerandin.

Kula Xwedê bikeve mala Îsa û Mûsa Ciderî

Çewa li xopana Cizîrê bavê Evdo û Dolme,

bi fincanê jahrê bihecandin.

Piştî bavê Evdo û Dolme,

Konreşi ji me malê Hewêriya re herimandin.

Ezê dibêjim :

Konê bavê Evdo û Dolme,konekî reşî erebiye,

Ruh reş û ruh spî yê Bota, li binê de rûniştine,

Şêwra kuştina bavê min danîne.

De piştî Hesenê Hewêrî, bavê Evdo û Dolme

Zozanê jorîn, zozanê pişta Wanê û Deşta Silopiya

konreşî ji me malê Hewêriya re herimiye.

 

Ezê dibêjim :

Konê bavê Evdo û Dolme,

di nav êlê de konê reşî herî mezine,

Ruh reş û ruh spî yê Bota,

li binê de sekinîne û rûniştine,

Kirine qal û bala kuştina bavê min e.

De piştî  bavê Evdo û Dolme

Konreşiya li Zozanê jorîn,

li zozanê pişta Wanê û Deşta Silopiya,

li min heram be, bive goştê canê min e,

lo lo bavo , lo bavo*

 

Her weha dîsa, gava şêxekî me Êzdiyan, yê li deşta Silopiya şivanî dikir, ji ber pez tê malê,  pîreka wî jê ra dêje, bi Xwedê piçek sabûn û xwê di nav mala me de ne ma ye. Divê tû herî bajêr, kîloyek sabûn û hinek xwê ji ma ra bînî. Şêx dêje jina xwe, keçê Xwedê mala te xiranekirê, ne tû dizanî van rojan şêxekî bisilman di herêma me de hatiye kuştin û bisilman dêjin ku Êzdiyan ew kuştiye, ezê çewa di vê rewşa dijwar de herime bajêr.?

 

Şêxê me dike û nake, hevsera wî dev ji daxwaza xwe bernade. Şêx radibe bi dizîka tê Şirnexê, xwe di gihîne dikana dostekî xwe yê bisilman. Gava mêrikê dikandar şêxê me nasdike dêjê, kuro Xwedê ji te sitandiye, ma te ne bihîstiye ku bisilman li we Êzdiyan digerin û te çewa cesaret kiriye werî vêderê?

 

Şêxê Êzdiyan dêje yê dikandarî, ez ketime ber bextê Xwedê û yê te, tû yê hinek sabûn û xwê bidîmin. Ezê cardinê bi dizîka vegerime gundê xwe. Dostê şêx pêdiviyên vî didê, şêxê me radihêje xwê û sabûn xwe vedigere. Wexta ew tê li ser pira Cizîrê, hinek bisilman wî nasdikin ku ew Êzdiye û êrîşî ser wî dikin.

 

Şêxê me jî di vê tengasiyê de hawara xwe dighîne Şêx Mendê ku ew ocaxa pê nasdike û dêjê, ya Şêx Mendo tû va dibînî, êdî tû min ji ber destên van zaliman xilazke, eger tû min xilaz nekî, bi Tawisî Melek ez hew li pey te hatim! Ya min û te jî ev kêliye !

 

Herdû kesên bisilman gihîştine şêx û ew zeptkirin. Yekî gotê yê dinê, de tû bi herdû milên wî bigire, ezê bi bi vî balteyî serê wî bipekînim û heyfa şêxê xwe ji vî hilînim.

 

Gava yên bisilman Şêx zeptdikin, Xwedê ti ala wisa hizdike, ji batinî ve milên wan sist dibin û şêxê me dikare xwe ji nav lepên wan xilazbike, direve û tê xwe digihîne malê.Hinga ku Şêx tê malê, ew mesela ku Şêx Mend wî bi batiniya xwe ji kuştinê xilazkiriye dêje hevser û gundiyan. Dûre diçe Lalişa Nûran î û ew li ber mala Şêx Adî kirasdiguhêze.

 

Mahneya şêr ketiye nav dahlê çiye?

Di wextakî de mîrekî bisilman, yê ku simbêlê wî gelekî bedew û dirêj bûne, bi gelek siwariyên xwe ve li maleke axayê Êzdiyan dibe mîvan. Axê Êzdî rûmeteke mezin, vexwarin û xwarineke zahf giran buha tine li ber mêvanên xwe datîne.

Mêvan dest bi xwarunê dikin û ew di ber xwarinê de dibîne ku piçikek hestî, yê di ber pijandinê de reş buye, di nav simbêlên mîrê bisilman de maye ahsê. Axa ji xwe ra dêje, ez vêga rabim mîr di nav vê civata wî ya mezin de bidime şermê, ne başe.

Axayê Êzdî li mîr dinêre û dêje mîrê min, şêr ketiye nav dahlê!

Mîr ji gotina axê Êzdî fahm nake.

Axayê Êzdî cardinê dêje mîrê min, şêr ketiye nav dahlê û destên xwe li simbêlên xwe dixe!

Mîr, êdî fahm dike û destên xwe davêje simbêlên xwe. Gava li nav destên xwe dinêre, hestiyê ku bi simbêlên wî ve mayî dikeve nav lepê wî.  Mîr piştî xwarinê dêje axê, spas ku te min şermekar nekir.

Dûre hinga ku mîr vedigere tê cîhê xwe, ew gazî hemû keşe, mele û feqiyên di nav herêma xwe de dike û dêje wan, ka kî ji we dizane ku mahneya şêr ketiye nav dahlê çiye?

Yekî ji wan jî nikarîbuye bersiva pirsa mîr bide.

Mîrê bisilman dêje wan, bi serê bavê min, we ji xeynî derxistina fetwa kuştina Êzdiyan, wekî dinê tu tiştek ji xutba sosyal û civaka Êzdiyan ji xwe ra ne girtiye.

Kemal Tolan                                                                                                                         21.08.12

 

*Kemal Tolan-Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne-Weşanên Han-Grafik, rûpel:86-87

 

 

Agahiyên di Hevpeyvîna ku min, Sebriyê Heso û keçxala min Fedoya Mecîd amade kiriye , wê berdewam bike….