Hunermenda kurd Zelal Gokçe, ku albûma wê ya yekem a bi navê ‘Solîn’ çend hefte beriya niha derket, pirsên me bersivandin.Zelal diyar kir ku ji biçûkatiyê ve eleqeya wê ji mûzîkê re çêbûye.
‘Di malbata me de timî muzîk hebû’
Rûdaw: We kengê û çawa dest bi strangotinê kir?
Zelal Gokçe: Min ji zarokatiya xwe de eleqe nîşanî muzîkê dida. Di malbatê de her tim muzîk hebû. Li dengbêjan guhdarî dikirin. Demên qedexeyî bûn. Tê bîra min, bi dizî li radyoya Êrîvanê guhdarî dikirin, kaset ji destê hev digirtin. Dayîk û bavê min hewl dan ku di ciwaniya xwe de bi awayekî profesyoneltir bi muzîkê re eleqedar bibim. Di kombûnên nav malbatî de min tembûra xwe digirt destê xwe û stran digotin. Di sala 1998’an de, ji bo ku bi profesyonelî bi muzîkê re mijûl bibim, hatim Stenbolê û li Navenda Çanda Mezopotamyayê min dest bi xebatê kir.
Hûn xwediyê çend albûman in?
Ji ber ku demeke dirêj di koman de xebitîm, di nav xebatên min di nav cih girt de, albumên kolektîf jî çêbûn. Min di albûma ‘Bihuşta Min’ a ku 2’yemîn albûma Koma Azad bû de cih girt. Di albumên 1 û 2’yemîn ên Şahiya Stranan de min du stranên gelêrî gotin. Min di Koma Asmîn a ku ji aliyê 11 jinan ve hatiye avakirin de cî girt. Herî dawî xebatek me ya kolektîf heye. Ji rubaiyên helbestvanê kurd Baba Tahirê Uryan ku me awazên wê çêkirin pêk tê. Albuma min a dawî jî, Solîn e.
We di warê mûzîkê de çi perwerdeyek dîtiye?
Min destpêkê, di beşa Hunerên Xweş a Pera ya li Stenbolê de perwerdehiya şan girt. Piştre li konservatuara dewletê ya zanîngeha stenbolê, piştre jî Beşa Deng ya konservatuara muzîka tirk a zanîngeha Teknîk a Stenbolê perwerde bûm.
‘Di hêla min de pêvajoya kelecanê hê jî didome’
Ev ҫend hefte ye albûma we derketiy, gelo we kelecaniya derketina albûma xwe ya yekemîn ji ser xwe avêt?
Kelecaniya albuma yekem, her tim cudatir e. Ji asta bijartina repertuarê bigre, heta asta şirovekirin û derketina albumê, hesasiyet di asta herî bilind de dibe. Di hêla min de pêvajoya kelecanê hê jî didome.
Di albûmê de sentezek modern a enstrûmentên rojhilat û yên kurdî hatiye bikaranîn. Ji bo çi şêwazek mûzîkî ya bi vî rengî?
Dema me di albumê de enstruman bikar anîn, me hewl da ku amûrên muzîkê yên dengên wan herêman zêdetir derxin holê.
‘9 stranên albûma min bi kurdî ne’
We di albûmê de bi gelek ziman û sê zaravayên kurdî stran gotine. Gelek kes dibêjin ji ber dengê Zelal dengek kurdî ye, xwezî bi kurdî tenê bistra. Gelo we ҫima pêwistiya strandina bi zimanê din dît?
Bi rastî di albumê de tenê straneke tirkî û yek jî Ermenkî heye. 9 stranên din, hemû bi kurdî ne. Li ser dikê hîn caran stranên bi zimanên din jî dibêjim. Min xwest şewqa vê yekê bidim albumê jî. Strana bi tirkî, straneke protest e. Min dikaribû straneke gelêrî jî bêjim. Lê ka wê derdeke vê stranê hebûya? Min xwest derd û rexneyeke strana ku min bijartiye hebe û min zimaneke ku gelên din ên li Tirkiyê dijîn jî bikaribin têbigîjin, bijart.
‘Min ji bo her stranekê, demeke cuda veqetand û li ser xebitîm’
Min meraq kir; Bi taybetî stranên herêma Botanê yên we strayî, di warê bilêvkirinê de profesyoneliyek ya bilêvkirinê heye. Gelo we dersek taybet ya telafûza peyvan ji bo wan stranan dît?
Di albuma Solîn de wekî ku we jî diyar kir, newaya Botanê jî di nav de zaravayên kurdî û devokên herêmî hene. Min ji bo her yekê, demeke cuda veqetand û li ser xebitîm. Hevalên ku zarava û devokên herêman dizanin jî alîkariyeke mezin dan min. Bi rêya we dixwazim dîsa spasî bikim ji bo hemû hevalên ku alîkarî dan min.
‘Strana Debu Dervave lorandinek e’
Strana `Debû Derave´ ji telafûzê bigire heta şêweyê mûzîkê balê dikişîne li ser xwe, lê ji ber herêmkî ye ҫîroka wê baş nayê fêmkirin. Em ji devê te ҫîroka wê bibihîzin…?
Debû Derave, straneke pir kevn e. Wekî newayên din ên gelêrî, awayekê wê yê gelek cuda heye. Di çîrokan de jî carna guhertin çêdibe. Ev stran, lorandinek e. Evdal beg di encama şerekî de li Pira Şaxê tê kuştin û Edlê ya Botanî vê lorînê ji bo ku pakrewaniya wî bîne ziman gotiye.
‘Ez serhedî me, lê eleqeya min a li hemberî newayên Botanê, zêde şewqa xwe daye şîroveya min’
Tê gotin ku qirika te qirikek Botî ye û dengê Botanê ye. Tu jî di wê baweriyê de yî?
Ez serhedî me, lê eleqeya min a li hemberî newayên Botanê, bawerim zêde şewqa xwe daye şîroveya min. Li gorî min, newayên Botanê deryayeke ku hê nehatiye keşfkirin e. Payîzok, heyranok, bi kurtasî hemû meqam, mirov efsûnî dikin.
‘Dema ku gotin ‘ew jina ku nîşana wê heye’, ez nas kirim’
Tu dizanî çiqas li ser albûm û dengê te yê xweş tê xaftin, di civatan de behsa nîşana (şanik) te jî tê kirin?
Ez bawer im her muzîkjen û ez bi xwe jî, dema em stran an jî klaman dibêjin, em bi guhdaran re têkiliyeke ava dikin an jî em dixwazin ava bikin. Ew dem ji bo min pir efsûnî ye. Newa, te û mirovên ku nas nakî, tîne gel hev. Meseleya nîşanê jî, rojekê min bi kalek dan nasîn. Gotin ev Zelal e, lê ez nas nekirim. Lê dema ku gotin ‘ew jina ku nîşana wê heye’, ez nas kirim.
Zelal li Başûrê Kurdistanê zêde nayê nasîn. Gelo tu yê kengî werî Başûr, ji bo gel li vir jî hunera we nas bike?
Ez hatibûm konferanseke tibê ya li Hewlêrê. Ji bo konserê hatibûm. Ji bilî vê yekê jî, tevlî bernameyeke muzîkê ya Kanal 4 û Korekê bûm. Wek we jî got, li vir zêde nayêm nasîn. Ev jî, rewşeke ku mirov bi organîzasyonên konserê çareser bike ye. Hêvîdar im ku di demeke nêz de bi saya konseran, dê hatin û çûyîn zêde bibe.
Peywendiyên we ligel hunermendên başûr heye?
Zêde nebe jî, yên ku bi wan re hevdîtin çêdikim û dişopînim, hene.
‘Pêşketinên li başur şewqa xwe dide huner û muzîkê jî’
Bi çavê huneremendekê hun rewşa huner û hunermendên li başur çawa dibînin?
Bi giştî êş û têkoşîn di jiyana me kurdan de her tim hebû. Kurdên li başûr jî, gelek êş kişandin. Em niha ji vir de jî dibînin ku bi her awayî bipêş dikeve. Ev bi awayekî xwezayî, şewqa xwe dide huner û muzîkê jî. Bi muzîka ku bi fikarên populer tê çêkirin re, muzîsyen û şirovekarên gelek xwedî qelîte û yên dixwazin tiştekî ji bo pêşerojê bihêlin jî hene. Em ji vir de dişopînin.
Hûn herî zêde ji kîjan xwarinan hez dikin?
Bi rastî ez cihêwazî nakim. Di aliyê xwarinan de tercîheke min a taybet nîne. Lê bi giştî xwarinên ku tê de goşt kêm in, zêdetir dixwim.
Profila Zelal Gokçe:
Li Hunerên Ciwan a Pera, ji hûnermendê opereyê Marsel Adamadze dersên hûnera pêşxistina dengê wergirtîye. Li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê di Konsertûwara Dewletê ya Mûsîkiya Tirkî de beşa Mûzîka Gelerî xwendîye. Di albûma Koma Azad (2) ya ku navê wê Bihûşta Min de çend stranên koro û solo,di albûmên Şahiya Stranan (1) û (2)’ de stranên bi navê Ax Lê Nûrê, Dêra Sorê, Zara şîrovekirye. Di Koma Asmîn a ku ji jinan pêk tê de cih girt, li welat û derveyî welat beşdarî gelek konser û çalakiyên hûner bû. Di Homegrown Istanbul Volume (1)’ de strana Dilo, di albûma Ji Deh Zimanan Deh Stran (anlat) de strana Qûmrîkê şîrovekirye. Di rêzefilmê Seher Vaktî de strana Seher Vaktî ya jenerîk xwendiye. Li Italiya Festîvala Carovana pêk hatibû, bi projeya Lawjeyê jinan beşdar bûye. Di Projeya ‘‘Dîwana Dûbeytî‘‘ ya ku besteyên wan ji helbestên Baba Tahirê Uryan hatine honandin wek bestekar û stranbêj cîh girtiye û tevî komê li gelek deveran konseran dane.Di İMC TV’de tevî Burcu Yankın, Feryal Öney û Özlem Taner bi nave ,Kadınların Dilinden / Ji Zarê Jinan bernameyeke muzîkê amade kiriye. û Di SWR TV’ya alman de, di belgefîlma ‘‘Turkei – Die Kinder Der Sonne / Turkiye – Zarokên Rojê‘‘wekî kesek sereke cîh girtiye.
Têbinî: Wêne ji hunermend Zelal Gokçe hatine wergirtin
Hewlêr (Rûdaw) –
Hevpeyvîn: Mihemed Tahir