Serrûpel Nûçe Kurdistan dibe herêma gogapê

Kurdistan dibe herêma gogapê

Belav bike


Belê me di nivîsên berê de jî gotîbû(Dûh Real Madrîd Îro Jî Barcelona Tê Kurdistanê[1]) Real Madrîd Dibistana Gogapê(Football) li Hewlêr û Duhok û Silêmanî vekir. Dûv re Barcelona jî hat Kurdistanê û wekî Real Madrîdê dibistanên gogapê vekir.

Jixwe gelî kurdistan gelek gogapê/topape hezdike û li nav wan rewac bû, îcar hem klûba Real Madrîd û Barcelona dibistan vekirin ji ber vê hindê rewac bû du qat.

Niha Kurdistan dibe herêma gogapê. Li gor nûçeya AKnewsê “Dibistaneke Fûtbola Brêzîlî li Hewlêrê tê vekirin.” Min tevê nûçe xwend. Karsazê Amerîkî, Walt Dîvolt, ku li Herêma Kurdistanê dijî, dibêje; ji bo perwerdebûna gogapê/footballê dibistanake brêzîlî li bajarê Hewlêrê vekin.[2]

Dibistana  Gogapê dawiya meha îsal(2012)Cotmehê li Enkawa ya Hewlêrê tê vekirin.

Du armanca wan hene; a yekî; jib o bazirganî ê duwem jî ji bo yarîzanên kurdistanê bi awayekî rast û zanistî fêrî gogapê bikin û bigihînin asteke bilindî.

Ji bo vê projekta mezin hikûmeta Kurdistanê gelekî alîkariya wan kiriye, ji ber wê jî proje li Kurdistanê dest pê dike.

Daxwazî; ez ji wir daxwazîyek dikim ku pêwîst e perwerdeya gogapêya yarîzanên kêmendaman jî bibe. Wekî mînak; ji bo çavnebînan gogapê heye kû ez hem antrenorê wan im û hem jî hekem û dadwerê wan im. Li turkiya me destpê vê werzişê kiriye û gelek baş jî diçe. Digel vê yekê gogapêya kêmenaman ya ling seqetan jî hene ku navê wî jî gogapêya ampûtê ye. Min derheq wî de gelek xebat kiriye çend nivîs û makale min jî li ser wî hene. Hêvî ye berpirsiyarê gogapêya kurdistanê, serokê olompîya paralimpika kurdistanê Zaher Raşid û hîn kulubên kurdistanê jî ji bo gogapêya kêmendaman hestîyar bibe.

 

Metîn Kewê DILXÊRÎ

Mamosteya Werzişî

Pisporê Werzişî Kêmendaman

 




[1] www.gazetekurd.net

[2] AKnews, 10 Tebax