Serrûpel Magazîn Pisîka fenomen

Pisîka fenomen

Belav bike

Venus, pisîka ku rûyê wê ajalê nîvê xwe bi rengekî, nîvê din bi rengekî din e, di nav medya civakî de bû fenomen. Pêşiyê, dîmenên Vunusê  li ser YouTube’ê hate parvekirin û gellek zêde eleqe dît. Niha jî xwediyê pisêka Venus, li ser Facebookê, hesabek ji bo Venus vekir.
Bi xuyakirina xwe a cuda, li ser YouTube’ê, vîdyoya Venusê zêdetir 250 hezar carî hatiye temaşekirin. Di facebookê de jî, vêga 22 hezar hevalên pisîka Venus hene.   
Pisîka 3 salî Venus, bi vê ecibandinê, di înternetê de balê dikişîne ser xwe û ew jî Venusê dike wek fenomen.
Xwediyê Venusê, ji bo pisîka xwe dibêje, Venus pisîkeke kubar e û ew şûna xwarina pisîka xwarina kûçika dixwe.