Li ser malpera Artêşa Azad a Sûriyê ya beşê bi zimanê Îngîlîzî peyameke serfermandarê Artêşa Azad ya Sûriyê Riyad El Esad heye.
Di peyamê de hatiye nivîsandin “Ji ber rewşa Sûriyê ya niha, ji ber gihiştina me ya wê baweriyê û zêdebûna leşkerên veqetiyayî ku bê hêz negengaze rejîm were rewastandin, me biryar da em artêşê ava bikin.” Her weha di peyamê de nav û wêneyên Serfermandar, alîkar û pileyên din yên Artêşa Azad hene. Lê ya herî balkêş di peyamê de navnîşan, cih û jimara telefonê ye. Di vir de weha dibêje ‘yên dixwazin xwe bigihînin me’ û li jêra peyamê navê Tirkiyê-Hatayê heye û hijmara telefonê. Berî niha jî rojnamegereka rojnameya Prawda ya Rûsiyê bi navek sxet (Fatma) derbasî kapma penaberên Sûriyê ya li Hatayê bûbû û nivîsîbû ku 30 general û bi sedan leşkerên bi pile yên ji rejîma Sûriyê veqetiyayîn li vir dimînin û heta êrîşa li dijî Şamê pêkhatî ku di encam de gelek berpirsên bilind yê rejîma Esed hatibûn kuştin li vê kampê hatibû plankirin.
Avestakurd