Şêxmusê Mêrdînî yê 17 salî, bi çapemeniya Tirkiyê lîstiye. Derkete holê ku, nûçeyên di derbarê wî û Oxfordê de yên ku di çapemeniyê de cih girtine, ne rastbûne.
Şêxmus Kino, îdia kiribû ku, ji zanîngeha li cîhanê a herî zêde tê zanîn Oxfordê, ji wî re burs derketiye û dawetiye hatiye şandin, lê dayika wî a ku xwendin û nivîsandina xwe tine ye, ew dawetiya Oxfordê di tendûrê de şewitandiye.
Zanîngeha Oxfordê daxuyandiye ku, ti burs û dawetiyeke wan a bi Şêxmus Kino re hatiye şandin tine ye.
Sûretên Şêxmus Kino jî derew derketine. Şêxmus diyar kiribû ku ew, beşdarî pêşbirka sûretan a li Almanya bûye û ji wê pêşbirkê 350 hezar lîre qezenç kiriye û ew jî bexşandiye Somaliyê.
Ew sûretê ku Şêxmus Kino îdia dikir di pêşbirka li Almanya de wî xêzkiriye jî, aîda sûretvanê Qanadayî Rob Gonsalves derketiye. Dîsa sûretekî din a ku Şêxmus Kino digot min xêz kiriye jî ya wênekêşê Endonezyayê Verî Apriyanto derketiye.