Serrûpel Nûçe Li Colemêrgê 4 leşker hatine kuştin

Li Colemêrgê 4 leşker hatine kuştin

Belav bike

Îro danê nîvro, li ser rêya Colemêrgê û Çelêyê, di dema derbasbûna karwana leşkerî de, mayin ji dûr ve tê teqandin. Bûyer li nêzika gundê Ogulê pêk hatiye. Di encama teqînê de, 4 leşkerên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û 5 leşker jî birîndar bûne. 
Piştî bûyerê, ji aliyê hezên ewlekariyê ve rê li trafîkê tê girtin. Li herêmê operasyonê destpêkiriye.   
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, helîkopterên kobra û wesaîtên leşkerî yên bizirx sewqa herêmê kirine. Dîsa gellek ambulans jî çûne herêma ku operasyon tê lidarxistin. 
Walîtiya Colemêrgê jî, di derbarê bûyerê de diyar kiriye ku, hîn agahiyên zelal neketine destê wan.