Ji kûraniya dilî spas ji bo bi dehan hevkar û dostên hêja yên ku bi rê ve alîkariya bernameyê kirin û naveroka wê xemilandin.(Ji Facebooka Şahînê Sorekli)
li Sydney dest pê kir. Ev 27 sal in bernameya kurdî ya ku nuhe hefteyê saetek e, berdewam e. Di van salan de berpirs û birêveberê bernameyê Şahîn Bekir Soreklî hevpeyvînên bi sedan kesayetiyên kurd û ne-kurd re bi rêxistine, gellek serokên Kurdan, hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, stranbêj û yên din jî di nav de. Bernameyê di van salan de xwe bi sedan mijar ve têkel kir, ji rûdanên li cîhanê diqewimin bigir ta zimanê kurdî, pirsên perwerdeyî û bi dehan yên din.
Bernameya Kurdî ya SBS ji bilî bajarên australî xwe bi rêya înternêtê digihîne seranserê cîhanê.
Rêyeke dûr bû û destpêk dijwar bû, lê bawer im deng û naveroka bernameyên me xwe gîhandin jimareke bilind ji guhdaran. Hêvîdar im vê bernameya li Australya sûdek gîhandibe endamên civata kurdî û guhdarên li welatên din.