Serrûpel Magazîn Brader Musikî dibe serlîstikvanê fîlmeke Hollandî

Brader Musikî dibe serlîstikvanê fîlmeke Hollandî

Belav bike

Brader, piştî fîlma MEŞ ya derhêner Şiyar Abdî, vê carê di fîlmeke Hollandî de weke serlîstikvan dilîze.

 

Di fîlmê de Brader Musikî, rola zilamekî dilîze ku ji Tirkiyê hatiye û 30 salin li Hollanda dijî.

 

Ew di bexçeyekî gulan de kar dike, her roj gulekê ji jina xwe re dibe malê.

Berî 10 salan jina wî dimire.

Îcar her roj gulekê dibe ser gora wê li goristanê.

Zarokên wî çênebûne. Piştî ku jina wî dimire, êdî ew pêwendiya xwe ji dinyayê qut dike, ji dost û hevalên xwe bi dûr dike û di tenêtiyê de dijî.

Ew di fîlmê de qet naaxife.

Navê fîlmê Yosun e. Yosun guleke bê reh e, bê kok e.

Fîlm roja 20.09.2012 li Amsterdamê beşdarî kurtefîlma dibe.

Weke tê zanîn Yosun navê gulekê ye.

 

 AVESTA KURD