Serrûpel Nûçe Parlementera BDPê Tuncel 9 sal cezayê hepsê xwar

Parlementera BDPê Tuncel 9 sal cezayê hepsê xwar

Belav bike

 Sebahat Tuncel, parlementera BDPê a Stenbolê, 8 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar. Biryar ji aliyê 10. Dadgeha Cezayê Gran a Stenbolê ve hate girtin. Dadgehê, bi hinceta “endamê PKKê ye” ev cezaya daye Sebahat Tuncel. Ku Dadgeha Bilind jî biryarê bipejirîne, parlementeriya Tuncel wê bi dawî bibe û ceza wê were înfazkirin.
Di derbarê biryara dadgehê de Sabehat Tuncel wiha got: “Biryara dadgehê ne hiquqî ye, bi temamî siyasî ye. Bi zindankirina min ku pirskirêka Kurd wê çareser bibe, fermo min bigrin.