Bi minasebeta 20.salvegera şehadeta Apê Musa, li navçeya Mêrdînê li Nisêbînê, li ser gorra Apê Musa bîranîn pêk hat. Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, beşdarî bîranînê bû û axftinek kir. Baydemîr îfade kir ku, di sedsala 21. de, li Rojhilata Navîn heta gelê Kurd azad nebe, ti gel azad nabin. Kengî ku gelê Kurd azad be, Tirk û Ereb û Ecem wê azad bin.
Baydemîr wiha got: “Divê di sedsala 21. de, em êdî gerîlayekî xwe, leşkerekî xwe û mirovekî xwe jî nedine axê. Careke din li hafa Apê Musa, ez dixwazim banga gelê Tirk, bi taybet jî banga dayikên Tirk bikim. Zarokên xwe neşînine vî şerî kirêj. Ev şera ne şerê xizaniyan e. Wek ku Apê Musa her tim digot, werin em careke din masa mizakereyan daynin. Bi çi sedemê ku hevdîtinên Oslo’yê xetimîn, ji bo careke din pêşî bê vekirin, dixwazin li osloyê, an Amedê an Hewlerê an Enqereyê. Kuderê dibe bila bibe, bes ku mizakere dest pê bikin ku, êdî xwîna birayan raweste.”