Pêşbirka rih û simbêlan a Ewrupa, li Fransa hat lidarxistin. Li çar aliyên Ewrupa, bi rih û simbêlên balkêş, zêdetirî 100 kes beşdarî pêşbirkê bûn. Di pêşbirkê de pêşbazan, li gorî rih û simbêlan xwe, cil û berg jî li xwe kirin. Li hemberî rih û simbêlên cur bi cur, endamên juriyê di biryar dayînê de gellekî zehmetî kişandin.