Nêçîrvan Barzanî got, êdî vege tune ye, ev proje gava yekemîne ber bi projeyên stratejîk ve.
Di danîna bingeha balafirxaneyê de, gelek karsaz, wezîr, konsol û dîplomat amade bûn.
Serokê Kompanya tirkî Makyol, Adnan Çêk, di axatineke xwe de girîngiya wê projeyê anî ziman.
Piştre serokwezîr Barzanî axifî û got, “îro ji bo min û xelkê parêzgeha Duhokê rojeke taybet e, ji bo min rojeke taybet e, ji ber li kabîneya pêncê, min soz dabû balafirxaneyeke serdem ji bo parêzgeha Duhokê çêbikin, Îro min ew soz bi cî anî, min ew emanta ji ser milê xwe rakir…”
Barzanî ev proje weke projeyeke stratejîk ya Duhokê û herêma Kurdistanê bi nav kir.
Barzanî got ewê tenê xizmete Duhokê neke, her wiha ewê xizmete Musil, xizmete deverên sînor li Sûriyê û Tirkiyê bike.
Li vê projeyê 400 mîyon dolar têne mesrefkirin û ew
ji aliyê kompanyayeke koreya başûr û şîrketeke tirkiyê ve têne çêkirin.Biryare di nava 2,5 sal de proje bi dawî bibe.
AVESTA KURD
temaşekirina vîdyo