Fîlma han 90 xulek e û bas ji jiyana pirr ji azar a gelekê dike ku ji bo gihîştin bi rizgariyê, ji mêj sale bi destên hikûmeta tepeserkar a rejîma Îranê li wî welatî de dinalin û çîroka efsûnawî a evînek e ku di encama xebatek medenî û aşitîxwazane û bi dûr ji her cure tund û tûjiyekê, ku encamek pirr ji jan û azar heye.
Eva yekemîn car e di dîroka Kurdan de ku derhênerek fîlmekê bi navê “Dr. Qasimlo” çêdike.
Hêjayî gotinê ye ku “Fethî Mîrzayiyan”, salanek e li welatê Birîtanya dijî û derçûyê zanîngehê di warê “enîmeyşin” de ye û her bo xwe jî nivîskar û derhênerê vê fîlma sînemayî ye.
Fîlma han, qirar e di rojên 9 heya 11’ê Çiriya Pêşîn di 6’mîn festîvala “Gotamî a Nêwyork”ê de here ser perdeyê sînemayî.
Li benda nûçeyên pêtir di vê derheqê de bin.