Serrûpel Magazîn 1. Festîvala Muzîkê a Amedê dest pê kir

1. Festîvala Muzîkê a Amedê dest pê kir

Belav bike

Li Amedê, festîvala ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û şaredarên navçeyan yên navendê ve, bi hevkarî tê lidarxistin, destpêkir. 1. Festîvala Muzîkê a Amedê, bi axaftina Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr hate vekirin. Baydemîr, di axaftina xwe de bibîrxist ku, li Amedê, di heyamên ku Kurdî bikaranîn qedexe bû, wana dest bi festîvalên çand û hunerê kirine. Beydemîr got, “me Amed veguherande bajarekî çand û hunerê.”  
Di bergeha festîvalê de hunermenda Kurd Tara Jaff konserek da. Yalda Abbasî û Mohsen Mizazede jî dike beşdarî festîvalê bibûna lê rejîma Îranê dest daye ser pasaportên wan û wana nikaribûne werine Amedê. 
Li Amedê îro, saet di 17.00 an de, li Kolana Hunerê (Sanat Sokaxi) konserek wê bê lidarxistin. Saet di 17.30 an de jî, li Parka Koşuyolu, Dîwana Dengbêjan, bi beşdariya gellek hunermendan wê bê sazkirin.   
Di festîvalê de hunermendên wek, Rênas Amed, Koma Grava Rojê, Niyazi Koyuncu û Seyda Perînçek jî wê cih bigrin.