Serrûpel 2012 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2012

Zarokên we û zarokên me yên ku xwe dikujin (Vîdyo)

AvestaKurd - Parlementerê Mûşê yê BDPê Sirri Sakik, li meclîsê berê xwe da parşementerên AKPê û got, "zarokên we bi 20 hezar dolarî dest bi kar dikin, zarokên me xwe dikujin."

Serokê Îsraîlê dîlana kurdî gitiye

AVESTA KURD - Serokê Îsraîlê Shimon Perez, li Îsraîlê ligel Kurdên Cihû ketiye dîlana kurdî.

ENKS karê xwe bi EGRK re sekinand

Avestakurd – Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûriyê ENKS ragihand ku wan karê xwe li bajarê Heleb û Efrînê bi Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRK'ê re sekinand.

Arjen Arî li Amedê hate binax kirin

AvestaKurd - Helbestvan û nivîskarê Kurd Arjen Arî, li Amedê bi beşdariya gellek hemwelatiyan hate binax kirin. Helbestvanê navdar, bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.

Her roj 10 mîlyar dolar zirar pêk tê

AvestaKurd - Bagera Sandy a ku li peravên rojhilatê Amerîka pêk tê, her roj 10 mîlyar dolar zirarê digihîne aboriya Amerîkayê. Tê texmîn kirin ku Bagera Sandy, 60 mîlyon kesî têxîne bin bandora xwe.

Li Kobanî milet li dijî kiryarên PYD meşiya

AVESTA KURD - Li rojavayê Kurdisanê bajarê Kobanî zêdetirî 10 hezar kes li dijî kiryar û êrîşên çekdarên PYD meşiya

Demîrtaş: Bila Ocalan were Amedê

Avestakurd – Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş bang li hikûmet û dewleta Tirkiyê kir ku ew ji bo çareserkirina rojiya birçîbûna a li zîndanan amadene, lê kesek beramber heta niha nediyare.

“Têkiliya me bi êrîşên Ezaz û Efrînê re nîne“

Avestakurd – Serokatiya Hevbeş a Artêşa Azad der barê êrîşên ser gundê Qestel û herêma Ezaz a Efrînê de belavokek bi fermî belavkir û tund ew êrîşên li ser deverên Kurdî tên kirin rexne kir û li dijî wan derket.

Li Amedê 56 kes hatine girtin

Avestakurd – Hat zanîn, li Amedê di meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya çalakiya rojiya birçîbûnê a zîndanan de 56 kes hatin girtin û 3'ê kes jî birîndar bûn.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com