BANGA ZIMANÊ KURDÎ
“Ev ziman yê me hemûyan e, ew welat yê me hemûyan e!”
472 Kurdên ronakbîr, akademîsyen, lêkolîner, mamoste, nivîskar, rojnameger, awûqat, xwendekar, siyasetmedar, muhendîs û doktor, yanî “472 Kurdên Kurd”, yên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropa û Amerîka û Kanada û hetta Awustralyayê, ku ji zimanê xwe hez dikin û naxwazin ku Kurd ji hevdu bên parçekirin, li dijî wan provokasyon û heqaretên ku di warê dabeşkirina zarava û alfabeyên kurdî de hatine kirin, Banga Zimanê Kurdî îmza kirin.
Weke ku tê zanîn, meha bihurî 471 kesên ku ji xwe re dibêjin “ronakbîr” ku stranbêj û helbestvan û rojnameger û weşanger û kesayetiyên naskirî di nava wan de hebûn, li ser pirsgirêkên alfabeya kurdî daxuyaniyek belav kiribû û bang li rayedarên Herêma Kurdistana Başûr jî dikir ku alfabeya erebî bi awayekî fermî were pejirandin û qanûnek di derbarê wê de were çêkirin. Van 471 kesan di wê daxuyaniya xwe de Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat ji parçeyên Kurdistanê yên din cuda dihesibandin û bi ziman û şêwazeke tund ve didan zanîn ku bikaranîna alfabeya latînî ya li van parçeyan ji bo wan “xeta sor e” û bikaranîna her du alfabeyan ya li cem hev jî “lîstina bi agirî” ye û bi vî awayî gef li rewşenbîr û zimannasên Kurd dixwarin.
Li ser vê daxuyaniya ku bi zimanekî tehdîtkar û provokatîf hatibû nivîsandin, berî du hefteyan 80 ronakbîr û akademîsyen û nivîskarên kurd Banga Zimanê Kurdî belav kiribû, da ku balê bikişînin ser provokasyonên ku li Başûrê Kurdistanê bi destê hin kesên naskirî ve tê kirin. Bi dû re, li ser daxwazê, ew bang ji îmzayê re hatibû vekirin, ji ber ku ev ziman yê hemû Kurdan e û mafê her Kurdî heye ku li zimanê xwe bi xwedî derkeve û li dijî helwêstên bi vî rengî rabe. Dîsa jî, pirraniya kesên ku piştgirî daye Banga Zimanê Kurdî akademîsyen û mamosteyên zanîngehan û lêkolîner û ronakbîr û nivîskar û rojnameger in ku weke kedkarên zimanê kurdî têne naskirin û di nava civaka kurdî de xatirê wan bilind e.
Hejmar di vê bangê de bi tenê bi awayekî « sembolîk » bi 472’an hatiye bisînorkirin.
Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re,
Ji Raya Giştî re,
Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.
Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.
Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.
Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.
Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.
Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.
Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!
Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.
Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !
Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.
Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.
Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.
01. 10. 2012
Ji bo agahî û peywendiyê : bangakurdi@gmail.com
Kesên ku ev daxuyanî îmze kiriye û piştgirî dayiyê (li gora rêza alfabetîk ya navan)
Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa
Abdulganî Demîrel
Abdulkadîr Ulumaskan
Adil Baran
Adil Şakir Obeyd
Adnan Abdulrehman
Afrasiab Gramî
Dr. Afrasiab Shekofteh
Agît Xelef
Ahmet Aliş
Ahmet Gulabî Dere
Ahmet Irmak
Ahmet Kanî
Ali Atalan
Ali Bayram
Amanc Meqamî
Amed Qehreman
Amed Tigrîs
Amîn Chireh
Ara Elî
Aram Yosif
Arez Andaryarî
Dr. Arif Hîto
Aslîka Qadir
Aştî Germavî
Avşîn Ay
Aydin Dere
Ayhanê Bêrtî
Ayşe Navruz
Azad Alî
Azad Efrîn
Azad Kurdî
Azad Makûyî
Azad Şîlanî
Azad Temel
Azad Zal
Azîz Aliş
B. Welatevîn
Baban Seqizî
Dr. Bahiez Omer Ehmed
Dr. Bahrooz Chamanara
Bariyê Bela
Bayram Ayaz
Bedel Boselî
Bedran Hikmet
Dr. Behrûz Şucaî
Berfîn Aydogan
Berken Bereh
Dr. Beyan Ehmed Huseyn
Bêrîvan Muhemed Şerîf
Bêrîvan Yosif Ebdulla
Bîlge Sumer
Bîrgul Gencer
Bîrgul Ozbariş Arda
Burhan Zoroglu
Bûbê Eser
Dr. Cefer Şeyxulîslamî
Cemal Onursal
Cemîl Demîrcan
Cercur Cengîz
Çetîn Kevir
Çeto Omerî
Dr. Cewher Mustefa Omer
Chiman Badrî
Cîhan Yildirim
Cimoyê Merûf
Cîn Hekîm Mûsa
Ciwan Tengezar
Ciwanmerd Kulek
Çiya Mazî
Demhat Dêrikî
Demsal Can
Dersîm Oremar
Dersîm Tekes
Derwêş M. Ferho
Dr. Derwêş Yosif Hesen
Derya Yilmaz
Dr. Dilawer Bozo Mîkaîl
Dilawer Zeraq
Dîlber Hêma
Dilbirîn Ebdulla Elî
Dilbixwîn Dara
Dildar Mirad
Dilêr Zaxoyî
Dilşa Yûsiv
Dilşad Mutî
Dilşêr Bêwar
Dilxwaz Refiet Muhemed Elî
Dîno Xorasanî
Diyar Bohtî
Diyar Ebdulkerîm Seîd
Dûrzan Cîrano
Dr. Ebdî Hacî muhemed
Ebdulkerîm Mustefa
Dr. Ebdulla Ezîz Muhemed
Ebdulqadir Norî
Ebdulselam Necimeldîn
Dr. Ebdulsemed îslam
Dr. Ebo Obeyd Ebdulla Ziyab
Edîp Polat
Egît Xelef
Ehmed Balayî
Ehmed Ebdulla Casim
Ehmed Ebdulla Zero
Dr. Ehmed Elî Hesen
Dr. Ehmed Heyder Seger
Ehmed Hoseyn Zawîtey
Ehmed Yasîn Ehmed
Ekrem Altin
Dr. Elî Rehmetî
Emîn Akbaş
Emîn Ebdulqadir Omer
Emîn Narozî
Enwer Muhemed Hoseyn
Erdal Er
Eskender Ceferî
Eskerê Boyîk
Evdile Koçer
Evîn Aksoy
Evîn Kiliçarslan
Eyad Şêx Hesen
Eyhan Ceifer Muhemed Tahir
Eyob Remedan Fetah
Eyup Guven
Dr. Fadil Heyder Xodêda
Fatma Savci
Faxir Berwarî
Faxr Omer Muhemed
Fehim Işik
Fehmî Balayî
Dr. Felat Dilgeş
Felek Baran
Feratê Dengizî
Fêrgîn Melîk Aykoç
Ferhad Ebdulla
Dr. Ferhad Hacî Eboş
Ferhad Muhemed Ehmed
Ferîde Akturan
Fesîh Seseogullari
Fettah Timar
Fevzî Ozmen
Fexredîn Amediyan
Feysel Dilêr
Firat Kelehkî
Fuad Fattahî
Fuat Brûsk
Gernas Amedî
Golî Shadkam
Goran Candan
Guhdar îsmaîl
Gulşana Mûsayê Beşkî
Dr. Gundî Dilberz
Hadî Serdar Kilinçaslan
Hadi Turk
Hakim Zeyrek
Hakki Çoban
Hamid Omerî
Hamîde Akbayir
Harûn Demîrkan
Haydar Diljen
Haydar Işik
Hecî Mişo Heso
Hejar Kemal
Hejarê Şamil
Hekîm Ebdulla
Dr. Hekîm Ebdulreman Zubeyr
Helîme Xorşîd Ebdulla
Dr. Hesenê Evdî
Hesen Huseyin Deniz
Hesen Qazî
Hesen Silêvanî
Hesenê Dewrêş
Hesenê Hecî Silêman
Heval Ehmed Huseyn
Dr. Heznî Haco
Hêdî Gomeyî
Hêvî Berwarî
Hilbîn Muhemed Ehmed
Hişyar Kêstey
Hizirvan Ebdulla
Hîvî Sebrî Cemîl
Hîvî Seîd
Hîwa Massîh E.
Hogir Berbir
Hoşeng Osê
Hoseyn Osman
Hozan Emîn
Hozanê Bengî
Dr. Hozan Silêman Mîrxan
Huda Ebdulqadir
Husein Muhammed
Huseyin Alataş
Huseyin Kartal
Huseyin Turhalli
Huseyin Zoro
Îbrahîm Dêrgjnîkî
Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
Îbrahîm Xişman Hesam
Îlhamî Sîdar
Îlias Arian
Îlyas Suvagci
Dr. Îmad Weysî Xalid
Înan Eroglu
Îrfan Babaoglu
Îsa Tûran
Îsmaîl Dîndar
Îsmaîl Hoseynpûr
Îsmaîl Silêman Hacanî
Îsmet Hecî îbrahîm
Îsmet Topal
Îzeet Silêman
Jahangîr Abdollahî
Jîrwan Seîd Hacî
Jivan Noiman Hecî
Jiyar Sedîq
Dr. Kamiran Haj Abdo
Dr. Kamîran Ebdulsemed Ehmed
Kamîran Haco
Dr. Kamran Amînawe
Kamîran Mişextî
Kamîran Reşîd Berwarî
Kamran Dalir
Kamran Simo Hedilî
Dr. Kamûran Berwarî
Karîn Zakaria
Karo Mishtexî
Karwan Emînur
Kawa Nemir
Kejan Mehr
Dr. Kerevan Muhemed Ehmed
Keser Yasîn Muhemed
Kewşen Herî
Keya Îzol
Kiymet Çelîk
Konê Reş
Kovan Xanikî
Kurdo Muhammadî
Kutbettîn Ozer
Lal Laleş
Latîf Dalir
Lerzan Jandîl
Leylî Hessanpour
Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
Lokman Ayebe
Lokman Polat
Dr. Luqman Guldivê
M. Îhsan Kandemîr
M. Malmîsanij
M. Sadiq Warlî
M. Saît Alpaslan
M. Şefîq Oncu
Macîde Senem Çamlibel
Madîna Mustefaeva
Mahdî Salih
Mahir Aydin
Mahîr Taha
Mahmoud Azîzî
Mahmud Akbayir
Mahmud Kilinç
Mahmûd Onder
Mahmût Aydin
Mahsûm Çîçek
Mansour Shamsipor
Marwan Nabo
Mecîd Heso
Mecîd Rajanî
Medenî Ferho
Mehabad Felat Arda
Mehdî Caferzadeh
Mehdî Salih
Mehmet Ava
Mehmet Çîçek
Mehmet Ekinci
Mehmet Yildiz
Meral Aydogan
Meral Varişli
Mesod Cemîl Reşîd
Dr. Mêvan Arif Ebdulrehman
Miheme Çelîk
Mihemed Jiyan
Miradê Gundikî
Mîran Janbar
Mîrhem Yîgît
Mistefa Şahîn
Mistefa Uzun
Mizgîn Muhemed Hesen
Mohsin Qoçan
Dr. Mohsin Salih Etroşî
Muhemed Ebdulla
Muhemed Şîn Sînî
Dr. Muhsin Arif Salih
Mulkiye Birtane
Munzur Çem
Murat Kiliç
Murat Satik
Muslum Yigit
Mustafa Borak
Mustafa Gazî
Mustafa Kaplan
Mustefa Ehmed Muhemed
Mustefa Hîro Mustefa
Mustefa Reşîd
Muzaffer Demiralp
Muzaffer Ozgur
Dr. Nadim Yonis Osman
Nasihê Kêsteyî
Nazîf Mayî
Necîbe Qeredaxî
Necla Baran
Nedim Baran
Nesîmî Yaman
Nevîn Baykal
Newaf Mîro
Newroz Bawer
Nezîr Akat
Nezîr Kaya
Nezîr Silo
Nijyar Mîrza
Nishan Bamernî
Nisrîn Ehmed
Nizar Eyob Golî
Nizar Selman Tahir
Nîbar Bedîi
Nîhatê Agirî
Nîhayet Muhemed Salih
Nîmetulla Hamid Nihêlî
Nûrî Çelîk
Omer Faruk Baran
Omer Ozaydin
Perwîn Reof Hadî
Prof. Dr. Fewziye Yonis Fetah
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev
Prof. Dr. Mehmedê Misto
Prof. Dr. Zirar Sedîq Tufîq
Qasim Çire
Receb Dildar
Remedan Îsa
Remedan Hecî Qadir
Remzî Kerîm
Dr. Renc Muhemed Norî
Dr. Resûl Başirov
Reşad Sorgul
Rêber Ceifer
Rêbwar Reşîd
Rêsan Hesen Cindî
Rêzan Demîr
Rêzan Şivan Îsif
Riza Dinç
Riza Nayf Ebdulqadir
Robîn Reşvan
Rodî Zinar
Rohat Mîran
Rojan Hazim
Ronayî Onen
Ronî Alasor
Ronî Hartmann
Ronî Stêrk
Roşan Lezgîn
Roşeng Rojbîr
Rûkiye Ozmen
Sabah Osman Mustafa
Sabîha Diljen
Sadedîn Çira
Sadûllah Ogurce
Saeed Jafarî
Saît Keskîn
Salar Ebdulkerîm Findî
Salih Muhemed Hesen
Salihê Kevirbirî
Samî Tan
Sara Anter
Sedîq Hamid
Sedîq Hecî Welî Berwarî
Seîd Mîrzayî Nîya
Dr. Selah Muhemed Selîm
Selah Khidir
Selam Balay
Selîm Hesen
Selwa Ferîq Salih
Selwa Gulî
Semedar Salim Mecîd
Semra Arslan
Semra Guçlu
Serdar Bozan
Serdar Erdogan
Serhad B. Rênas
Serhad Bapîr
Serhat Bozan
Serkan Birûsk
Sevîl Kara
Seydo Rênas Aydogan
Seyfettin Kayro
Seyîdxan Kurij
Sezgîn Dînç
Shahin B. Soreklî
Siddîq Bozarslan
Sidqî Hirorî
Silêman îsmaîl Receb
Sinan Dilek
Siûd Kîkî
Sîdar Jîr
Sînan Yilmaz
Sîpan Hesen Elî
Dr. Soiad Hesen Cuwad
Solîn Rojhilatî
Stêr E. Neco
Suleiman Sulevanî
Suzan Samanci
Şehla Debaxî
Şemal Mîrza
Şengul Ogur
Şerefxan Cizîrî
Şerîf Kan
Şermîn Bozarslan
Şeyhmus Olmez
Şeyhmus Ozzengîn
Şêx Remazan Seyidov
Şêxmûs Sefer
Şilêr Nayf Emîn
Şirivan Ozdemir
Şivan Bîbo Derwêş
Şivan Cercîs Ebdulrehman
Şivan Elî Hecî Adem Tovî
Şivan Muhemed Xalid
Şivan Mustafa
Şivan Qasim Hesen
Şivan Tewfq Hecî
Şivan Zahir Ebdulla
Şîlan Yonis Muhemed
Şoreş Reşî
Şoreşvan Adil Ehmed
Taban Sakaya
Tehsîn Navişkî
Têmûrê Xelîl
Tosinê Reşîd
Ulfiye Ozcan
Umran Aran
Veysî Altay
Viyan îbrahîm Elî
Watkîs Msîs Serkîsîyan
Welat Dilken
Welat Roj
Weysel Turhan
Xakî Bîngol
Xalid Ebdulqadir Silêman
Xalid Ehmed Xalid
Xalid Hosên
Xalîde Selman îbrahîm
Xebat Şakir
Xelîl Dihokî
Xizan Şîlan
Xoşnav Cemîl
Xurşîd Kaplan
Xusro Abdollahî
Yado Ciwan
Yaqob Tilermenî
Yasîn Hisên
Yeko Ardil
Yildiz Çakar
Yosif Hoseyn
Yusuf Bilgiç
Zahîde Aydogan
Dr. Zahîde Muhemed Tahir
Zana Farqînî
Zelal Ekinci
Dr. Zelîha Aktaş
Dr. Zerdeşt Haco
Zinar Ebdulselam Ebdulhekîm
Zinarê Xamo
Zindan Fîdanci
Ziya Avci
Zozan Sadiq