Malpera AVESTA xwe gihande cîgirê serokê Artêşa Azad li Sûriyê General Malik Al Kurdî.
Peyamnêrê malpera AVESTA EREBÎ Mehmûd Qadir, hevpeyvîneke balkêş ligel general Al Kurdî çêkir.
Di vê hevpeyvîna balkêş de Malik Al Kurdî gelek tiştên nû di gelek waran de eşkere dike.
Servîsa Avesta Kurd naveroka wê hevpeyvînê wergerande kurdî:
General Malik Al Kurdî xwe wiha dinasîne:
Malik Al Kurdî ji Latakya ye. Paşnavê wî ji navê papîrê wî hatiye.Bapîrê wî li Latakya (Laziqiye) weke El Kurdî dihate naskirin. Ew Kurd e. Malbata wî berî 100 salî hatiye bajarê Al Hiffe.
Malik Al Kurdî li gundê Şêrîk li Dirbasiye ji dayîk bû ye (Parêzgeha Hesîçe, Kurdistana rojava). Zaroktiya xwe li gundê Xerabnazê li bajarê Kobanî derbas kiriye. Bavê wî polîs bû. Jiyana wî di nava Kurd û Ereban de derbas bû ye. Ew xwe hem Kurd hem jî Ereb dibîne, ew xwe Sûrî dibîne.
Di derbarê gotinên ku têne kirin û dibêjin Îstîxbarata Tirkiyê bi Artêşa Azad re kar dike, general dibêje:
“Bihêle ez ji te re bêjim, Artêşa Azad bi serê xwe kar dike, çavdêriya kesekî li ser tune ye, talîmatan jî ji kesekî nastîne. Ji ber serbixwebûna wê jî, gelekî rastî probleman hat. Pêwendî di navbera me û hikûmeta Tirkiyê de hene, pêwendiya me bi îstîxbarata Tirkiyê re jî heye, bi her dera cîhanê re pêwendiya me heye, aliyê em pêwîst bibînin pêwendiyê pêre deynin, ji bo serkeftina şoreşa Sûriyê, em pêre datînin.
General Malik Al Kurdî dibêje ku heta niha tu alîkariyeke cidî ya madî û eskerî ji tu welatan re ji wan re neçûye. Revenda Sûriyê li derve û hinek kesan ji Kendavê alîkariya artêşa azad kirine.
Li ser pêwendiya ArtêşaAzad û partî û rêkxistinên Kurdan, General Al Kurdî dibêje ku pêwendî di navbera Artêşa Azad û Partiyên Kurdî yên netewî de heye, pêwendiya wan bi hinek kesayetiyên Kurd re jî heye.
Dibêje ew dixwazin pêwendiyên xwe bi wan re xurtir bikin.
Gelo helwesta Artêşa Azadji federasyonê çi ye? Eger Kurdan federasyon xwestin?
Malik Al Kurdî dibêje: Gelê Sûriyê dikare wê biryarê bide. Gelê Sûriyê li ser sandiqan biryara xwe dide ka çi şêwe destelatdarî dixwaze.
“Tu nêrîna min bixwazî, ez bi xwe dixwazim hemû gelê Sûriyê bibin xwedî heman maf. “
Li ser pêwendiya Artêşa Azad bi PKK re, Malik Al Kurdî dibêje:
Tu pêwendî di navbera me û PKK de tune ne. Em li hember hinek kiryarên PKK ne, ku hinek kes û grûpên wê, bi karê ne baş radibin û helwesteke neyênî li hember şoreşê distînin. Her wiha kuştina hinek kesên Kurd ji aliyê wan ve, yên ku di nava partiyên din de ne.
Tirkiyê ji we xwest hûn şerê PYD bikin?
Na, Tirkiyê nikare ji me bixwaze ku em şerê PKK bikin. Tiştekî wiha tune ye. Armanca me xistina rêjîmê ye, Tirkiyê tevlî karê me nabe.
Ji Malpera AVESTA ARABÎ – Mehmûd Qadir
آفستا عربي