Serrûpel Nûçe Rêzdar Prof. Dr. Norbert Lammert

Rêzdar Prof. Dr. Norbert Lammert

Belav bike

Berlîn, 8. cotmeh 2012

Rêzdar Prof. Dr. Norbert Lammert

Serokê Parlamentoya Federal ê Almanyayê,

Serlêdana sazîyên kurdan a ji bo pejirandina nasnameya kurdî, ku ji alîyê zêdetirî 100 sazî, komele û kesayetên nasdar va jî tên destkkirin, wê di roja 15 cotmeh 2012 an da, di bin çavdêrîya rêzdar Kersten Steinke, Serokê Komîsyona Daxwaznameyê da, di bin banê avahîya we ya mala demokrasîyê da wê were gengeşekirin.

Ev roj, ji bo civaka kurd a ku li Almanyayê sêyemîn gruba mezin a etnîk e û nêzîkê mîlyonekî tê texmîn kirin, rojeke dîrokî ye. Bi ziman, çand û kultûra wan va naskirina nasnameya kurdan, ji bo parlamentoya we jî, ku yek ji çar stûnên bingehîn a Yekîtîya Ewropayê ye, dê bibe ezmûneke demokrasîyê.

Parlamentoya we ne tenê çêker û parazwanê prensîbên demokrasîyê, ew her wiha sazîyeke bingehîn a geşkirina wan prensîban e jî.

Nasîna nasnameya kurdan ku ji dîrokê heta îro hîn jî wek gel, millet nehatine naskirin û rastê gelek bedadîyên herêmî û navneteweyî hatine, wê bibe pêşveçûn û dadwerîya demokrasîyê jî, ku milletên bindest bawerîya xwe pê bîne û berê xwe bidiyê.

Dema ku herdu Almanya yekîtîya xwe çêkirin, dîwarê şermê hilşandin û bi hez û hesret hev hembêz kirin, di sala 1989 an da ez di zîndana Dîyarbekirê da girtîyekî polîtîk bûm û bi vê yekîtîya Almanyayê mîna ku welatê min Kurdistan bûbe yek, gelek şa bibûm û min xwezîya xwe pê anîbû.

Almanyaya ku ji nava xwelîya şerê cîhanê û ji atmosfera şerê sar xwe rizgar kir û ji nû va adeta vejîya û dîsa bû yek ji kelayên qewîn a demokrasîyê, Kurdistan bi 40 mîlyon niştecîyên xwe va hîn jî di nava çar dewletan da kolonîyeke navneteweyî ye. Herçiqas li başûr û rojavayê wê ji bo azadîyê hin pêşketin çêbûbin, hîn jî di statûyeke parvekirî da ye.

Rêzdar Serok,

ji bo we zanistê sîyaset û civakê ne pêwist e sedemên kûr ên dîrokî û sîyasî li vir nîşan bidim, vê nameyê dirêj bikim û serê we biêşînim.

Lê pêwist e, bi bîr bînim ku piştê şerê cîhanê yê yekem, rola Ingilistan û Franseya wê demê di parçekirina Kurdistanê da roleke sereke bû. Evyek wêrekîyeke mezin da “Komara Tirkîyê” ku parceya herî mezin a Kurdistanê daqurtîne, bi îdeolojîyên nijatperest û şovenîst, milletekî bi tevê ziman û çanda wî, mafên wî yên civakî û neteweyî topyekûn mendele û asîmîle bike û bi jenosîdên fizîkî wî ji holê rake. Dewletên rojavayî jî di wan pêvajoyan da bipiranî bêdeng man.

Nikarim bêjim dostanî, ji ber ku di navbera dewletan da ne dostanî, berjewendî hukum dikin. Ji ber wan berjewendîyên dewleta Almanyayê û yên tirk ji dema osmanîyan heya îro, hîştîye ku dewleta tirk moral û wêrekîyeke mezin bigire di perçiqandin û ji holêrakirina millet û kulturên din da.

Dibe hun bipirsin: Li vir şaşî û kêmasîyên dîrokî yên partî û dezgehên kurdî nîne?  

Bêguman hene. Ev pirsa mijareke din e û ne di armanca vê nameya min da ye.

 Dewleta tirk hê jî bi vî piştgirî û rihetîya ku dewletên rojavayî danê û di bin navê “ez bi terorîstan ra şer dikim” roj nîne ku bi fîloyên balafirên şer çîya û gundên Kurdistanê bombebaran neke. Bi çekên kîmyasal, bi tang û topan hawildorê xirab neke û ji herdu alîyan jî bibe sedemê bi hezaran kûştina merivan.

Dewleta tirk, bi terora dewletê ev heştê sal in welatê wan li Kurdan kirîye dojeh. Tenê di van salên dawîyê da 4 hezar zarok hatine girtin 240 ji wan hatine kuştin, 4 hezar gund hatine valakirin, bi mîlyonan kurd ji welatê xwe hatine koçbarkirin û qisimek ji wan jî ji hezar bela û badîreyê derbas bûne, ji bo hildana piçek nefes xwe gîhandine welatê we û di bin sîwana ewlekarîya dewleta we da wek penaber dijîn. Yek ji wan jî ez im.          

Ji bo milletekî li kêleka windakirina azadîyê felaketa herî mezin, heta ji wî jî xirabtir windakririna zimanê xwe ye, zimanê dê ye.

Li vir dixwezim gotina zimannasê Fînî Antti Jalava bi bîr bînim.

A.Jalava dibêje:

“Zimanê min ê dê çermê min, zimanê min ê bîyanî cilûbergê min e.”

Dewleta Tirk çermê milletê Kurd guraye anîye heta serî.

Milletekî ku çermê wî bê gurandin, li şûna çermê wî kirasek qetîyayî lê bê kirin û jê ra bêjin; ev çermê te ye! Gelo ew millet wê neêşe? Wê çi bike?

Gelo wê hewar û feryadê neke?

Hukumetên tirk ji roja ku çermê kurdan digurên heya îro ji wan ra dibên dengê xwe bibirin, hewar û feryadê jî nekin!

Nasnameyên wan ên civakî û millî yên Kurdî, ku ew jî mîna her milletî vê nasnameya dewlemend ji xwezayê wergirtine ji wan bê standin, li şûna vê nasnameya wan a xwezayî, nasnameyên tirkî, erebî, farîsî bi zorê bidin wan, gelo wê ev nasname nebin nasnameyên sexte?

Milletekî bi nasnameyên sexte çiqas, çend sal dikare bijî. Bê perwerdeya ziman, bê kultur, bê îdendîtet çawa dikare bijî. Mirina zimanekî ne mirina dewlemendîya mirovahîyê ye jî?

Li welatê we jî kurd hîn bi nasnameyên sexte ku bi xwe ra ji dewletên dagirkerên welatê xwe Tirk, Iran, Iraq û Surîyeyê anîne, tên naskirin.

Heta li eyaletên Almanyayê jî kurd nikarin navê Kurdî li zarokên xwe bikin.

Dema ku bixwezin navekî kurdî li zarokên xwe bikin, daîreyên Alman ji konsolosxaneyên tirk dipirsin. Jixwe li konsolosxaneyan jî navên kurdî qedexe ne. Ne tenê nav alfabeya kurdî bi tevê tîpên “Q, W û X “ jî bi aweyeke sosret qedexe ne.

Gerçî li hin eyaletên Almanyayê, li hin dibistanan dersên kurdî 2-3 saet hebin jî, ne di nava mufredata dibistanê da ye. Ji ber vê yekê jî malbat û zarok xwe mecbûr hîs nakin û şeklen tevlê van kursan dibin. Ji bo qîmet dayîna zimanê dê, ku ev bi peymanên Yekîtîya Ewropayê jî hatîye misogerkirin, mînaka li Swêdê wê dî cî da be, ku li Almanyayê jî were tetbîqkirin.

Dîsa li vî sala dawîyê çend sazîyên kurdan wek mafeke însanî û demokratîk ji bo zarokên xwe di dibistanan da ji reveberiyên eyaletên Almanyê daxwaza hînbûna  zimanê kurdî kiribûn. Tam jî di van rojên ku daxwaza naskirina nasnameya Kurdan li parlamentoya we wê bê gengeşekirin, ji vana 6 eyalet bi nivîskî bersîveke wiha dabûn wan sazîyên navborî: ”Kurd jixwe tirkî û erebî dizanin, pêwîstî bi kurdî nîne, jixwe dibistanên bi tirkî perwerde didin hene!”

Ev bersîv ji bo pîvanên zanistî û demokrasîyê skandalwarî ye û mîxabin bîhna lobîya tirk jê tê.

Rêzdar Prof. Dr. Norbert Lammert

Serokê Parlamentoya Federal ê Almanyayê,

Xwe dispêrim sebr û arame we û ji bo dawîyê hez dikim çend tiştên ku girîng dibînim, bibêjim.

Hukumeta serokwezîrê tirk Erdogan, di salên ku nû hatibû ser kar, şeklen be jî gotina hîn guherînan dikir û pêwîstî dida tevlêbûna Yekîtîya Ewropayê. Bi “Bihêzbûna” desthilatîya AKPyê ya di nav pêvajoyê da ji van herdu gotinên xwe jî bi dûr ket. Wisa bi dûr ketîye ku wek hukumet bi bîr, bawerî û mentalîteyên xwe meseleya EU yê ciddî jî nagirin.

Dîktator û totalîterên desthilatdar ên rojhilat jî di her keysê da behsa demokrasîyê dikin. Lê demokrasîyeke çawa û çiqas ji bo demokrasî û azadîyê berdel dane? Ji bilî teqlîtkirineke wê ya xirab. Pirsgirêka sereke ev e.

Li gorî min ev jî ji bo întegrasyona civatên koçber li Almanyayê dibe pirsgirêkeke mezin ku gelek sîyasetmedarên alman jî vê rastîyê bi hin awayên din tînin ziman.

Naskirina nasnameya Kurd ne tenê pêdivîyek prensîbên demokratîk û pîvanên etîk ên mirovahîyê ye. Ew her wiha xwe dispêre van peymanên navneteweyî ku  cewhera wan ji nirx û pîvanên mirovahîyê der tên.  

Çend ji wan ên ku niha tên bîra min ev in:

Peymana Neteweyên Yekbûyî UN (1945)

Peymana Neteweyên Yekbûyî ya mafên medenî û sîyasî (1966)

Peymana Neteweyên Yekbûyî ya mafên aborî û kulturî (1966)

Daxuyanîya gerdûnî ya mafên mirov (1948) 

Peymana Konseya Ewropayê ya ji bo parastina azadiyên bingehîn û mafên mirov (1950)

Peymana Konseya Ewropayê ya di çarçoveya derbarê parastina kêmneteweyan da (1995)

Mercên Ewropa yên Konseya Ewropayê di derbarê zimanên hêrêmî û kêmayetîyan da (1992)

Bi hêvîya ku parlamentoya we wan maf û daxwazên bingehîn ên ku li komîsyona daxwaznameyê hatine kirin, di çarçoveya nirxên demokratîk û peymanên navneteweyî da binirxîne û nasnameya kurdan jî, bi ziman, reng û kultura wî bipejirîne, mîna nasnameyên din ên li welatê we.

Pêngaveke wiha ku ji alîyê parlamentoya we dest pê bike, bêguman wê bibe serpereştîya aramî û aştîya li herêmê.

Û belkî êşa ku xelkê kurd ji dewletên rojavayî dîtine, hinek siviktir bike.

Bi rêz û silavên min ên jidil

 

Evdila Dirêj, Mamostayê zimanê kurdî

Berlîn, 8. cotmeh 2012