Li meclîsa Tirkiyê, ji bo lêkolîniya darbeyan, Komisyona Lêkolînên Darbe û Muxtirayan a Meclîsê hatiye sazkirin. Di vê bergehê de ji bo darbeya 28ê Sibatê, Serokwezîra berê a Tirkiyê Tansu Çiler jî wê biçe komisyonê û ji derbarê darbeya 28ê Sibatê de pirsên endamên komisyonê bibersivîne.
Parlementerê BDPê yê Muşê Sirri Sakik, li ser vê dixwaze beşdarî civîna komisyonê a ku Çiler wê hebe bibe û hesêb ji Çiler bipirse. Di sala 1994 an de, di heyama ku Çiler serokwezîr bû, destnedayîniya parlementerên DEPê hatibû rakirin û Sakik bi gellek parlementerên din re ji meclîsê girtibûn û avêtibûn girtîgehê. Sakik ji komisyonê pirsî, ka kare beşdarî civînê bibe an na? Komisyonê diyar kiriye ku, Sakik kare wek guhdarekî beşdarî civînê bibe lê nikare pirsan bipirse.
Li ser vê Sakik helwesta komisyonê rexne kir û got: “Komisyon hatiye avakirin lê dîsa têde Kurd tine ye. Ez mexdurê darbeya sivîl a 28ê Sibatê me. Di vê warê de ti kes nikare dengê min bibire. Ez ê beşdarî civîna komisyonê bibim û ji Çiler hesêb bipirsim.”