Serrûpel Nûçe “Divê xebat bo rûxandina rejîmê bê kirin“

“Divê xebat bo rûxandina rejîmê bê kirin“

Belav bike
 Li gor rojnameya Rûdawê, Selah Bedredîn diyarkir ku PYD’ê bi rejîma Esed re kar dike û her kesê ku ne li gor PYD’ê be xwefiroş tê ragihandin. Bedredîn der barê vê mijarê de got “ Yanî tevahiya aliyên dijberiya Sûriyê ku li Tirkiyeyê kar dikin û ew sed hezar penaberên Sûriyê jî ku li welatan belav bûne xwefiroş in. Ev ne rast e. Ji ber ku ger min tometbar bikin ku pêwendiya min li gel hêza Selahedîn Eyûbî (a girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê) li Efrînê heye, divabû li wir bim û serokatiya wê hêzê bikim.” Selah Bedredîn Artêşa Azad herî xurt li Sûriyê bi nav dike û dibêje ku divê em ligel wê bin û dide diyarkirin ku ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji partiyên kilasîk yên Kurd xurtirin û weha pêde diçe “Aliyên dijberiyê yên li derveyî Sûriyê û ENS jî di nav de, ewqas alîgirên wan li Sûriyê nînin. Niha biryar di destê Artêşa Azad û ciwanên girêdayî komîteyên hevahengiyê ne ku xwenîşandanan birêve dibin.” Her weha Bedredîn dibêje ku ew ne li dijî Tirkiyê ye û got “ Çima li dijî wan bim? Divê em li gel wan kar bikin. PKK dibêje Amerîka û Brîtaniya desthilatên emperyalîst in, lê ew li gel xelkê Sûriyê ne, ji ber çi li dijî wan bim?“  Bedredîn dibêje ku ew jî naxwaze Tirkiyê destê xwe têxe nava Sûriyê û dibêje “Herdu hikûmetên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê bi rewşa Sûriyê dilgiran in. Pêwendiyên Kurdên Îraqê li gel Kurdên Sûriyê hene û herdu jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Sûriyê bi hev re kar dikin. Ez jî dilgiran im û naxwazim Tirkiye destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de bike, lê nakokiya me ne li gel hikûmeta Enqerê ye, lê belê li gel Esed e.” Li gor jêderê Selah Bedredîn dide diyarkirin ku divê Kurd ji bo hilweşîna rejîma Esed bixebitin neku daxwaza serxwebûn û federaliyê bikin û dibêje ” Niha pirr girîng e rejîm bê xistin. Piştî rûxandina rejîmê, em dikarin ji bo her tiştê ku em armanc dikin, bixebitin.” Hêjayî gotinê ye, PYD’ê berî niha ragihandibû ku Selah Bedredîn bi ‘îstîxbarata Tirkiyê re kar dike û zilamê Tirkiyê ye.’

 

 

Avestakurd